Îlham Ehmed: Tirkiye dixwaze xwe bigihîne sînorên Osmanî

Îlham Ehmed diyar kir, destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê beşek ji plana xwe gihandina sînorên Împaratoriya Osmanî ye û destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo vê plana xwe li Lîbya, Misir û Bakurê Efrîkayê DAÎŞ ji nû ve xistiye nava liv û tevgerê.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbyayê, krîza li Lîbyayê, daxuyaniya Elmanyayê ya têkildarî hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê, 6'emîn civîna bilind a Astanayê û rewşa Idlibê nirxand.

Tirkiyeyê di Mijdara 2019'an de bi hikumeta Sarrac a li Lîbyayê re peymanên leşkerî û yên li ser qada deryayî mohr kir û ji Kanûna 2019'an ve jî dest li Lîbyayê werdide. Armanc ji vê destwerdanê çi ye?

Tirkiye demeke dirêj e di polîtîkaya xwe ya derve de bi gotina 'bê pirsgirêk' hewl da ku bi dewletên din re pirsgirêkan nejî, lê belê rewş li gorî dilê wan nemeşiya. Ji ber ku hewl da li pêşiya berjewendiyên dewletên din bibe asteng. Bi vî rengî li şûna 'bê pirsgirêk' bi hemû dewletan re pirsgirêk jiya. Bi taybetî bi Yekîtiya Ewropayê re pirsgirêkên cidî jiya. Ji bo bibe endamê Yekîtiya Ewropayê gelekî hewl da. Lê belê pirsgirêkên xwe yên navxweyî li pêşiya endametiya wan bû asteng û bi ser neket.

Bi welatên Ereb re jî bi navê 'Îslamê' xwest têkiliyên baş deyne, lê belê ev yek jî li gorî daxwaza wan nemeşiya. Ji ber li Sûriyeyê piştgirî da komên Îslamî piştgirî da DAÎŞ'ê. Ev yek jî di navbera Tirkiye û welatên Ereb de bû sedema rûdana pirsgirêkên cidî. Herî dawî piştî ku Tirkiyeyê dest li qada Lîbyayê werda, Ewropayê êdî guh neda Tirkiyeyê, dest bi rabûna li ber daxwazên Tirkiyeyê kir û nema serî li ber şantajê wan tewand. Her wiha têkiliyên ku xwest bi welatên Ereb re bimeşîne berevajî bû.

Armanca Tirkiyeyê ya ji destwerdana li Lîbyayê ew bû ku Ewropayê, dewletên Ereb ên li Bakurê Efrîkayê dorpêçkirî bike. Yek ji welatên ku ji vê siyaseta Tirkiyeyê herî zêde zerarê bibîne Misir, Îmarat û Erebistana Siûdî bû. Her wiha dewletê Ewropayê jî ji vê zerarê dibîne. Ji ber ku dewleta Tirk ji Tirkiyeyê heta Lîbyayê sînorên nû yên deryayê çêdike. Bi vî rengî dixwaze pêşî li gaza xwezayî û petrola diçe Ewropayê bigire.

DEWLETA TIRK DIXWAZE SERKÊŞIYÊ JI TEVGERÊN ÎSLAMÎ YÊN LI DINYAYÊ RE BIKE

Destpêkê Tirkiye û Rûsya li Lîbyayê weke dijberê hev xuya dikirin, piştgirî didan aliyên dijber. Lê belê piştre li hev kirin û hêzên Mutabaqata Neteweyî leşkerî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike bi pêş ve çû. Ji vir jî tê fêhmkirin ku Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirine. Bêguman ev lihevkirin ji bo astengkirina herikîna gaza xwezayî û petrola ber bi Ewropayê ve ye. Ji bo dorpêçkirina vê yekê ye.

Her wiha dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn û dinyayê serkêşiyê ji tevgerên Îslamî re bike. Projeya xwe ya tevgerên Sûnî Îslamî heye. Heta niha Erebistana Siûdî pêşengî ji vê blogê re dikir. Bloka Şîa jî heye ku Îran serkêşiyê jê re dike. Tirkiye dixwaze serkêşiya vê blokê ji Erebistana Siûdî bistîne. Li ser vê bingehê dest li dewletan û van koman werdide.

Dewleta Tirkiyeyê bi projeya bloka Sûnî Îslamî dixwaze li sînorên Împaratoriya Osmanî vegere. Lewma armanca Tirkiyeyê ne tenê bidestxistina petrol û gazê ye, her wiha dorpêçkirina welatên Ereb û Ewropayê ye. Dixwaze li sînorên Împaratoriya Osmanî vegere.

Tirkiye dixwaze li dinyayê bibe yek ji welatên mezin ên hegemonîk. Mîna Rûsya, Emerîka û Çînê dixwaze bibe yek ji welatên mezin ku li dinyayê di nava pêşbirkê de ye. Dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan xwedî projeyeke bi vî rengî ya dagirkeriyê ye. Ji ber vê yekê li gelek deveran eniyên xwe afirandiye. Dixwaze li ser dewletên Ewropa û Ereb bi bandor be, bi vî rengî li dinyayê hegemonya xwe ava bike û li pêşiya berjewendiyên dewletên din bibe asteng.

Di mijara polîtîkaya Tirkiyeyê de ya li ser Lîbyayê, bi taybetî dema ku li dagirkirina 'Sîrte'yê israr kir, Misir û Fransayê nerazîbûnên xwe tund kirin. Misrê ji bo Sîrteyê got, 'xeta me ya sor e'. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin? Rewşa li Lîbyayê dikare veguhere şerekî herêmî?

Tirkiye û Rûsya destpêkê ji bo Lîbyayê di nava pêşbirkê de bûn. Piştre li hev kirin. Dûre jî gelek welatên Ewropayê mîna ku nû pê hesiyan ku tifaqa li wir li dijî berjewendiyên wan e. Fêhm kirin ku ketine nava dorpêçiyê. Yewnanistan û Qibris ketin nava liv û tevgerê û sînorekî nû yê deryayê destnîşan kirin. Helwesta li dijî Tirkiyeyê tund bû. Fransayê pêşengî ji vê yekê re kir. Fransayê ji Tirkiyeyê xwest ku helwesta xwe eşkere bike. Ragihand ku ew ji Operasyona Gardiyana Deryayê ya li Rojhilatê Derya Spî vekişiya ye.

Misir di nava dewletên Ereb de dewleteke bi kok û xurt e. Dema ku Misrê helwesteke xurt nîşan da ev yek bandorê li tevahiya dewletên Ereb dike. Misir û dewletên Ereb destpêkê di mijara Lîbyayê de bi Rûsyayê re hevalbend bûn û piştgirî didan Hefter. Dewletên Ereb ji destpêkê heta niha piştgirî didan Hefter. Piştre Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirin û Hêzên Mutabaqata Neteweyî û çeteyên dît bi pêş ve çûn. Piştî ku ev yek dîtin helwesteke eşkere nîşan dan.

Dema ku Tirkiyeyê israr kir ku ber bi Sîrteyê ve bi pêş ve biçe, ku bajarekî bendergeha petrolê ye, ev yek ji bo dewletan hemûyan bû rîskeke mezin. Bi taybetî ji bo Misrê û dewletên Ereb. Van dewletan fêhm kirin ku nêta rastî ya Tirkiyeyê xweighandina sînorên Împaratoriya Osmanî ye. Li qadên ku Tirkiye dikevê DAÎŞ ji nû ve dikeve nava liv û tevgerê. Li Lûbya, Misir, Bakurê Efrîkayê DAÎŞ ji nû ve ketiye nava liv û tevgerê. Ev rewş ji bo Misrê metirsiyeke mezin e. Em dibînin ku Misir bi fikarên ewlekariyê yên welatê xwe tevdigere. Ji ber vê yekê jî ragihand ku Sîrte ji bo wan xeta sor e. Piştî vê daxuyaniyê rojên dawî li Lîbyayê derbên giran li Tirkiyeyê hatin xistin.

EW BER BI QADA MAYINKIRÎ VE DEHF DAN

Tirkiye niha ber bi qadeke mayinkirî ve hatiye dehfdan û li mayinan dikeve. Bi giştî em dibînin ku dewletên Ereb li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê helwest nîşan dane. Her çend bi rengekî giştî nebe jî dewletên Ewropayê jî li hemberî vê projeya dagirkeriyê xuay dike. Em di wê baweriyê de ne ku nerazîbûna di şexsê Fransayê de hate ragihandin helwesta piraniya dewletên Ewropayê ye. Hinek dengê xwe bilind dikin, hinek jî yekser dengê xwe bilind nakin.

Ji ber vê yekê ev dewlet di mijara dosya Kurd de ya Tirkiyeyê dengê xwe bilind dikin. Beriya niha Tirkiyeyê li dijî Kurdan helwesteke çawa nîşan bidan jî kesî dengê xwe nedikir, nerazîbûn nîşan nedida. Lê belê niha dema ku li qadeke ku bandorê li Ewropayê û berjewendiyên wan bike pirsgirêkê rû da, hingî di mijara Kurdan de helwest nîşan dan. Ev yek jî nîşan dide ku têkiliyê berjewendiyan ên wan bi Tirkiyeyê re zerar dîtiye. Êdî tê dîtin ku têkiliya wan bi dewleta Tirkiyeyê re li ser pîvanên berê nameşe, divê biguhere. Xuya ye meseleya Lîbyayê jî wê rola Tirkiyeyê, ya Ewropayê û têkiliyên navbera wan diyar bike. Têkoşîna li Lîbyayê xwedî roleke wiha ye.

Her wiha êdî tê dîtin ku Kurd zilmeke mezin ji dewleta Tirk dibîne, dîtiye. Em hêvîdar in ku helwesta li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê hîn bi wate be û hîn xurtir be. Ev yek wê bi kêrî dewletên Ewropayê û dewletên Ereb bê. Eger dewletên Ewropayê di çareseriya pirsgirêka Kurd de helwesteke cidî û rast nîşan bidin, ev yek wê ji bo berjewendiyên wan jî xwedî encamên girîng be. Ji ber ku ev polîtîka bi giranî gefê li ewlekarî û aramiya welatên Ewropayê dixwe. Nêzîkatiya rast a li pirsgirêka kurd wê van gefên Tirkiyeyê zêde neke, wê kêm bike.

Beriya bi çend rojan Elmanya cara pêşî li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan da, dibe ku ev têkilî vê mijarê be?

Tirkiye li Elmanya bi rengekî cidî rêxistiniya xwe dike. Li mizgeftan rêxistiniya xwe dike. Li Elmanyayê xeta Îslamiya cîhadî pir geş dibe, pêşengiya vê jî Tirkiye dike. Ev rêxistiniya Tirkiyê talokeyeke cidî tîne ser ewlehiya Elmanyayê. Dewleta Elman ji bo vê dibîne helwesteke cuda tê.

Beriya destwerdan Tirkiyê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê b pêşengiya Kurdan gelên herêmê li dijî DAÎŞ'ê serkeftinên mezin bi dest ve anîn. Serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xaka Sûriyê bi temamî qediyabû. Dewleta Elman dît ku Tirkiye bi tevgera dgirkirina Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAÎŞ ji nû ve rêxistiniya xwe dike, dîsa rejîma ku li herêmê zêde ne xurt bû, tevgeriya. Heke em bi bîra xwe bînin dema ku Tirkiye êrîşên dagirker anî ser Serêkaniyê û Girê Spî rejîm dîsa kete qadan. Tirkiyê nehişt ku rejîm were veguherandin. Tê dîtin ku rejîm wiha dîsa xurt dibe û serweriya xwe hewl dide ku li her deverê ferz bike.

Dewleta Elman hem ji bo ku tehdîda polîtîkaya Tirkiyê ya li ser ewlehiya Elman dît, hem jî ji bo ku dît rejîma Sûriyê xurt dike hinekî helwest da. Bi min helwesta van demên dawî ya Elmanya ya derheqê Tirkiyê ya li ser qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê çarçoweyê ye.

Li Sûriyê şerê berjewendiyê yê gelek dewletan û her wiha di navbeyna dewletan de şerê berjewendiyê heye. Bi vê çarçoweyê 2'yê Tîrmehê Pûtîn, Rûhanî û Erdogan civîna 6'an a Astana kirin. Di encamnameyê de hate dîtin bêhtir cih dane xalên ku wê bandorê li ser rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bikin. Li ser vê hûn çi difikirin û ev li qadê çawa rengê xwe dibînin?

Heta niha ji civînên Astana ji bo gelên Sûriyê tiştekî baş derneketiye. Guherîna demografîk, veguhaztina gelên Sûriyê ya ji ser xaka wan a ber bi devereke dî hemû encamên Astana ne. Lihevkirinên di civînên Astana de yên ku têne ser zimên ji bo gelên Sûriyê taloke ne. Di navbeyna aliyên Astana de bi navê 'herêmê bêşer' xaka Sûriyê tê parçekirin û guherîna demografîk tê kirin.

Civîna dawî ya Astana jî xizmet ji vê re kir. Lê piştî her Astanayê Tirkiye tevgereke dagirker tîne ser xaka Sûriyê. Hewl dide li qadên ku dagir ddike mayinde be. Mînak li qadên ku dagir dike şûbeyên mîna PTT'ê, zanîngehan, saziyan ava dike û dixwaze ku xwe mayinde bike. Van deveran dike mîna bajarên Tirk.

Bi encamanameya vê civînê re qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku aramiya xwe pêk aniye, weke hedef şanî Tirkiyê dikin. Jixwe piştî vê civînê li Eyn Îsa êrîşên Tirk zêde bûne. Her roj bombebaran hene û di pêvajoya dawî de bi piranî amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirkiyê digerin.

Yek ji mijara ku hevkarên Astana li ser dixebitin Idlib e. Di vê civînê de li ser mijara Idlibê hin geşedan çêbûn ku ew ji mitebeqata pêvek 5'ê Adarê, ku bi Tirkiyê re kiribûn kêfxweş in. Li ser geşedanên li Idlibê çi dibêjî?

Hebûna li Idlibê ne tenê mijara Tirkiyê ye. Bandoreke mezin a YE'yê û DYE'yê jî li ser geşedanên Idlibê heye. Heke heta niha Idlib bi vî halê xwe mabe û heke rejîma a bi desteka Rûsya û Îranê li ser hêzên ku Tirkiyê 'muxalîf' dibêje pêngaveke berfireh nebûbe ev ne bi Tirkiyê ye, bi hewlesta Emerîka û Ewropayê ye.

Ji ber ku heke li Idlibê gavek bihêt avêtin wê herka penaberan dest pê dike. Tirkiye jixwe penaberan li ser Ewropa weke amûreke zextê bi kar tîne. Ewropa di bin barekî mezin de dibîne.

Ji bo vekrina rêya M4'ê Emerîka, Ewropa, Rûsya û Tirkiye jî di nav de lihevkirineke giştî heye. Lê li ser kontrola rê di navbeyna Îran-Rûsya-rejîm,çeteyên dewleta Tirk û Tirkiyê de şer derket. Di encamê de di vî şerî de jî mudahele û zext çêbûn. Tirkiye li vir tenê hate hiştin û derb xwar. Herî dawî DYE'yê got, ''li ser Idlibê em li gel Tirkiyê ne'' û Tirkiye mecbûrî agirbesteke nû kirin.

Niha li Idlibê agirbest didome lê heta kengî wê wiha bidome ne diyar e. Li Idlibê haziriya şer a hemû aliyan heye. Rejîm û alîgirên wê, dewleta Tirk jî ji bo ku pêngaveke mezin haziriya leşkerî dikin. Ango li Idlibê îhtîmal heye ku dîsa şer dest pê bike lê wê çawa dest pê bike ev ne zelal e.