Êzidiyên li kampa Newrozê: Em ê li ser şopa Mam Zekî bin

Êzidiyên li Kampa Newrozê ya Dêrikê dimînin, nerazîbûn nîşanî şehîdxistina Zekî Şengalî dan û gotin, "Em ê dilsozê doza Mam Zekî bin û dev ji vê fikir û têkoşînê bernedin."

Êzidiyên ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Şengalê li kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn, nerazîbûn nîşanî komkujiya ku dewleta Tirk dan ku bi hevkariya hikumeta Iraqê û PDK'ê kir. Şehîd Zekî Şengalî ku piştî fermana 73'an qet gelê Şengalê bi tenê nehişt, cihekî mezin di dilê Êzidiyên li kampê girtiye.

Êzidiyên li kampa Newrozê Mam Zekî Şengalî weke hîmê yekîtiya civaka Êzidî bi nav kirin û gotin, "Ev êrîş û komkujî di şexsê Mam Zekî de li dijî civaka Êzidî hatiye kirin."

'BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYÊ BÊ WIJDANÎ YE'

Feysel Îbrahîm ku di dema fermanê de hate kampê û çar sal in li Kampa Newrozê dimîne got, "Me bi sedan leheng nas kir. Yek ji wan jî Mam Zekî bû. Civaka Êzidî bi keda wan lehengan ji fermanê rizgar bû. Dema ku ferman rabû wê wextê qaşo hin rêber hebûn, lê deng ji wan derneket. Lê belê Rêber Apo bi rastî jî mîna navê xwe rêber e. Tevî ku di nava çar dîwaran de ye û ji aliyê dijmin ve dîl hatiye girtin, telîmat da û got, 'Civaka Êzidî rizgar bikin'. Eger îro lehengekî weke Mam Zekî ku keda Rêber Apo li ser heye bê şehîdxistin, bêdengmayin bê wijdanî ye."

Îbrahîm destnîşan kir ku Mam Zekî mezin, dost û ewladê civaka Êzidî ye û got, "Niha li her maleke Êzidiyan şîn heye. Kesekî ji Şengalê nikare bêje ku 'min Mam Zekî nas nekir'. Xwezî can û xwîn ji me biçûya, lê Mam Zekî neçûya."

'BI ÎSTÎXBARTA XAYINAN ŞEHÎD BÛ'

Ji şêniyên kampê Mehmûd Cirdo Ebbas jî işaret bi rola PDK û hikumeta Iraqê ya di komkujiyê de kir: "Mirov gelekî pê diêşin ku kesên weke Mam Zekî yên dîrokê diyar dikin ji pişt ve tê xençerkirin." Ebbas got, "Yên ku pişta xwe dispêrin xaniyên li nava me, dijminê me ne. 15'ê Tebaxê salvegera Komkujiya Koço bû û Mam Zekî serdana wir kiribû. Dema ku ji wir vedigeriya, bi îstîxbarata wan xayinan, hevrêyê me Mam Zekî şehîd xistin."

Ebbas diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî li ser xwîna Êzidiyan tifaq bi Tirkan re kiriye û herî dawî got, "Mam Zekî û hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Wê roj were xençer wê li pişta wan kesên ku ev yek kirine bikeve."

'EM KUJERAN Û HEVKARÊN WAN ŞERMEZAR DIKIN'

Xidir Mûsîbe Şêxxidirê ku cihê xwe di Meclîsa TEV-DEM'ê û rêveberiya PYD'ê de digire diyar kir ku dema êrîş li dijî Şengalê bû Zekî Şengalî cihê xwe di nava Berxwedana Şengalê de girt. Mûsîbe Şêxxidirê işaret bi keda mezin a Şengalî li nava civaka Êzidî kir û got, "Me bi hev re kar kir. Dema ku li cihekî nakokî û lihevnekirin hebûya, wî li wê derê rê li ber çareseriyê vedikir. Çûbû bîranîna Şehîdên Koço û bi agahiyên îstîxbaratî bû hedef.

Weke civaka Êzidî, em kesên ku ev komkujî kirine, hikumeta Iraqê, partî û hêzên ku bêdeng mane şermezar dikin. Em kuştina Kurdan û zarokên Êzidî şermezar dikin. Em ê timî li ser şopa Mam Zekî, li ser rêya doza wî bin. Em ê tola vê yekê hilînin û çi zû çi jî dereng em ê hêzên ku ev kirine bibînin. Dixwazim ji vê derê bang li hemû Kurdan û Êzidiyan bikim. Em Kurd, bi taybetî jî civaka Êzidî divê bibin yek û li ber van komkujiyan rabin."

'MAM ZEKÎ HÎMEKÎ BINGEHÎN Ê YEKÎTIYA ÊZÎDXANÊ BÛ'

Ji Meclîsa Jinê ya li kampê Edûlê Şemo destnîşan kir ku Zekî Şengalî timî yekî ji gel bû û got, "Mam Zekî hîmekî bingehîn ê yekîtiya Êzîdxanê bû. Me ew timî weke bavekî didît. Ji me hebû ku Heydar Ebadî civaka Êzidî dibîne, lê wî çû bi Erdogan re li dijî civaka Êzidî hevkarî kir. Her kes xayintiya xwe li ser Şengalê dimeşîne. Ji Ebadî dipirsim; 'Gelo te ji bo Êzidiyan heta niha çi kir? 4 sal in em koçber in, li binê konan dijîn. Wan rojên ku tasek av bi destê me nediket, gelo te ji bo Êzidiyan çi kir?' Te çû hevkarî kir, Mam Zekiyê me bi xayintî da kuştin. Te çawa kezeba me şewitand, bila ya te jî bi xayintiyeke wiha bişewite."

'EM SOZ DIDIN MAM ZEKÎ'

Edûlê Şemo destnîşan kir ku heta ew hebin wê li ser şopa Mam Zekî bin û got, "Gelek komkujî li welatê me kirin. Barzanî li Tilezer û Sibe, li Xanesor û Sinûnê komkujî kir. Em dîsa jî nemir. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Bi kuştinê hûnê nikaribin vî gelî biqedînin. Hûnê ti carî nikaribin zimanê me tine bikin. Em ê timî li ber xwe bidin. Em êdî ji dijmin natirsin."

Feysel Îbrahîm jî diyar kir ku êdî bi hezaran Mam Zekî hene û got, "Em ji Mam Zekî hînî fedayîtiyê bûn û em ê vê yekê bidomînin. Em ê ji armanca xwe venegerin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ti carî dest ji vê nêrîn û armancê bernedin."