Êrîşî gundê Mexaleq ê Eyn Îsa kirin û şewat derket

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mexaleq ê Eyn Îsayê dan ber topan û şewat li zeviyan ket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mexaleq ê dikeve rojavayê Eyn Îsayê dan ber topan.

Ji ber topbaranê agir bi zeviyan ket.

Artêşa Tirk û çeteyên wê berî çend saetan jî gundê Temamiyê dabûn ber topan û li zeviyan şewat derketibûn.