Êrişa li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê: Bi dehan kes mirin

Li herêmeke navbera wîlayetên Hama û Idlibê yên Sûriyeyê, çeteyên ser bi El Qaîdeyê êriş birin ser hêzên rejîmê. Tê gotin ku di şer de ji her du aliyan zêdeyî 40 kes mirine.

Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, li herêmeke navbera Hama û Idlibê, di navbera çeteyên bi navê Hûras el Dîn ên ser bi El Qaîdeyê û hêzên rejîma Sûriyeyê şerekî giran qewimî. Li gel agirbesta ku meha Adarê hate ragihandin, di vê êrişê de herî kêm 19 leşkerîn rejîmê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî saziya çavdêriya mafên mirovan di êrişê de herî kêm 22 çeteyên 'cîhadîst' hatin kuştin. Dîrektorê saziyê Ramî Abdulrahman diyar kir ku êriş li du gundên di destê hêzên rejîmê de ne hate kirin. Abdulrahman ragihand ku çeteyan piştî şer xwe vekişandine.