Çeteyên Tehrîr El Şam Meret El Numan xiste bin kontrolê
SOHR’ê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan xistine bin kontrola xwe.
SOHR’ê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan xistine bin kontrola xwe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan ê li başûrê Idlibê kontrol kiriye.
SOHRˈê diyar kir ku ketina çeteyan a bajarê Meret El Numan piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê ya ji bajêr ber bi bajarê Xan Yûnis ve, çêbû.
Her wiha SOHRˈê diyar kiribû ku hêzên Şamê ji tevahiya herêmên Idlibê yên di bin kontrola wê de û balafirgeha Ebû El Dihûr a leşkerî jî vekişiyane.