Çeteyên pezên gundiyan dizîn, fîdye xwestin

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku gule bera şivanên ku di navbera li gundê Um El-Xêr û Leylan ên Serêkaniyê de diçêrandin, kirin. Sivîl ji ber guleyan reviyan û piştre çete pezê wan dizîn. Çeteyan ji ber pez ve fîdye xwest.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku gule bera şivanên ku di navbera li gundê Um El-Xêr û Leylan ên Serêkaniyê de diçêrandin, kirin. Welatiyên sivîl ên ji ber guleyan reviyan, ji bo girtina pezê xwe çeteyan ji wan fîdye xwestin.

Duh di saetên sibê de çeteyan gule berda şivanên ku di navbera gundên Um El Xêr û Leylan de pezên xwe diçêrandin, kirin. Şivanên ku ji ber guleyan reviyan û piştre ji çeteyên ku li gundê Leylan bi cih bûbûn daxwaza pezên xwe kirin. 5 malbatên ku tevî heqaret û êrîşkirina wan jî 5 milyon Lîreyê Sûriyeyê dan çeteyan. Çete jî beşek mezin ên pezê gundiyan nadinê.