Çeteyên El Nûsra yên li girtîgeha Gutayê wê transferi  Îdlibê werin kirin

Di daxuyanyê de ku ji aliyê koma Jayş el Îslam ve hatî kirin, hate ragihandin ku çeteyên El Nûsra yên li girtîgehên li Rojhilatê Guta yên bi kontrola wan wê bişînin Îdlibê.

Koma Jayş el Îslam li ser Twitterê parvekirinek kir û ragihand ku di encama hevdîtinên bi Netewên Yekbûyî re (NY) biryar hate dayîn ku çeteyên El Nûsra transfer bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Rojhilatê Gutayê di navbera hinek ‘rêxistinên civaka sivîl’ û saziyên navnetewî de hevdîtin hatiye kirin.

Çeteyên girêdayî El Nûsra yên qala wan tê kirin di Nîsana sala derbasbûyî de bi êrîşekê dîl hatibûn girtin jî hene.

Rojhialtê Gutayê ku bi salan e dibin dorpêça yekîneyên rejîma Sûriyeyê de ye, li herêmê di hefteyên dawî de rejîma Sûriyeyê operasyon dabû destpêkirin û 50 ji sedî zêdetir ketiye destê rejîmê de.