Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek din jî qetil kir

Êrîş, kuştin, kiryarên dermirovî, revandin û qirkirina xwezayê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî bê navber dewam dike. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê sivîl ê bi navê Mislim Ehmed ê revandibû qetil kirin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker dev ji kiryarên der mirovî yên li Efrînê naîne. Çeteyên ku berî hefteyeykê welatiyê sivîl ê bi navê Mislim Ehmed ji mala wî girtibûn û revandibûn, qetil kirin. Cenazeyê Ehmet ji aliyê şêniyên navçeya Cindirêsê ve hate dîtin.

Çavkaniyên herêmî yên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ku agahî da ANHA’yê, ragihand ku wan cenazeyê welatiyê bi navê Mislim Ehmed ê bi nasnav Ebî Ferîd, nêzîkî çemê Cindirêsê dîtiye.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê 14’ê Gulanê Mislim Ehmed ji mala wî revandibû.