Çeteyên dewleta Tirk li Babê 6 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêx Nasir ê Babê yek jê zarok 6 kesên li nava baçxeyên zeytûnan kar dikirin, revandin.

Pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî bê navber dewam dike.

Çeteyên koma "Mertala Firatê" ya girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk li gundê Şêx Nasir ê Babê 6 sivîl revandin.Kesên hatine revandin ji gundê Qert Wêran ê rojhilatê Babê ne, di nav zeviyên xwe yên zeytûnan de dixebitîn.

Navên kesên hatine revandin ev in: Ebdulkerîm El-Ebûd, Elî El-Casim El-Ebûd, Mihemed Elî El-Ebûd, Mehmûd El-Mele, Hemûdê Ehmed El-Elî yê 11 salî.

Hate diyakirin ku heta niha qûbeta kesên hatine revandin ne diyar e.