Çeteyên DAÎŞ'ê careke din êrîşî gundiyên kivarkan berhev dikirin kirin

Çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Reqayê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de êrîş kir. Hate ragihandin 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bû û 5 kes hatin revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand çeteyên DAÎŞ’ê duh li bejahiya Huma yê gundewarê rojhilatê Reqayê yê di bin kontrola hikûmeta Şamê de êrîşî gundiyên kivark berhev dikirin kirin.

SOHR’ê diyar kir ku di encama êrîşê de 2 gundî hatine kuştin û yek din jî birîndar bû û 5 kes hatin revandin.

Hate zanîn ku ji gundiyên hatine revandin 2 kes hatin berdan û eqbûbeta 3 gundiyan jî nayê zanîn.