Çeteyekî DAÎŞ’ê li Eyn Îsayê hat girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li gundên Eyn Îsayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li gundên Eyn Îsayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dîmenê operasyonekê weşand û got: “Hêzên Taybet (HAT) li gundewarê navçeya Eyn Îsayê dest bi operasyona ewlehiyê kirine.”