‘Çeteyan sivîlê bi navê Arif Xelîl qetil kir’

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku Arif Xelîl ê 80 salî cenazeyê wî 10 kêlometra dûrî wgundê wî hate dîtin, ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin.

Cenazeyê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî ku li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê dijiya, 10 kêlometre dûrî gundê wî hate dîtin. Xelîl ê ji gundê Qizilbaş ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin.

Berdevkê Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dema Arif Xelîl hatibû revandin li ser wî 10 hezar dolar hebû. Şêxo anî ziman ku dema çeteyan pere dizî û şûnde Xelîl kuştin û cenazeyê wî avêti gola Meydankê.

Şêxo agahiyên ku Xelîl întixar kiriye ne rastin û got: “Xelîl kesekî wisa bû ji ber temenê xwe nedikarî bimeşe. Kesekî di rewşeke wiha de ihtimala ku xwe întixarkiriye ne mimkûne.Çeteyan sivîlek din qetil kir û sûcekî din li sûcên xwe zêde kir. Daxwaz dikin ku saziyên navneteweyî ji çeteyan hesab bixwazin.”