Çeteyan li Kobanê agir bi zeviyan xistin

Dewleta Tirk a dagirker ya li Cerablûsê li rojavayê Kantona Kobanê agir bi zeviyan xist. Di vê şewatê de 82 hektar genim û ceh bûn xwelî.

Dagirkeran li rojavayê Kantona Kobanê agir bi zeviyan xist. Di vê şewatê de 82 hektar genim û ceh bûn xwelî.

Çeteyan gule bi ser zeviyan reşandin. Ji ber vê jî di navbera gundê Zor Mixar û bajaroka Şiyûxê 40 hektar zevî bû xwelî.

Şewat berê xwe da zeviyên di navbera gundên Bênder û Mişko û li vê derê jî 30 hektar zevî bû xwelî. Di navbera gundên Ceqil û Katşê jî 12 hektar şewitî.

Bi giştî 82 hektar zevî şewitî. Komên agirkujiyê û şêniyan li van gundan hewl didin şewatê bitefînin.