Çeteyan li Babê agir bi darê zeytûnan xist

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku Bab dagir kirine, li gundên Babê agir bi sedan darên zeytûnan xistin.

BAB

Çeteyên dewleta Tirk  a dagirker li gundên Xalidiyê, Biwehîc û Bûgazê yên Babê agir bi sedan darên zeytûnan xistin. Kesên ku xwestin şewatê bitefînin jî çeteyan gule li wan reşand.

Şewata li Bîwehîc û Bûgazê di navbera sînorên di destê Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyan de pêk hat. Li Bîwehîcê cih û warên kesên sivîl xisar dît.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Endamên Meclîsa Leşkerî ya Babê tevî koma agirkujê çûn qadê. Çeteyan êrîşî endamên agirkujiyê kirin. Piştî xebateke dirêj agir hate tefandin.

Berê jî li Babê çeteyan agir bi darên zeytûnan xistibûn.