Çar sal li ser rizgarkirina Girê Spî derbas bûn -I

Çar sal li ser rizgarkirina Girê Spî, bi navê xwe yên din Til Ebyad re derbas bûn. Ew bajarê ku dixwestin bikin kemberek ji hev qutkirinê ya navbera gelan niha dibe minaka jiyana hevbeş. 

Çar sal li ser rizgarkirina Girê Spî, bi navê xwe yên din Til Ebyad re derbas bûn. Girê Spî 15'ê Hezîrana 2015'an ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hate rizgarkirin. Rizgarkirina vî bajarî di şerê Suriyê de pir deng veda û bi taybet jî, dewleta Tirk piştî rizgarkirina vî bajarî şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tundtir kir. Em jî bi munasebeta çaremîn salvegera rizgarkirina vî bajarî hinekî dîrok û roja me ya îro ya Girê Spî vebêjin.

"Girê Spî" navê xwe ji girekî dîrokî yê li rojhilatî bajêr wergirtiye, lê bajar bi xwe di sala 1920'an de ji aliyê Fransiyan ve hatiye ava kirin. Berê li herêmê hinek gund hebûn. Piştî ku komkujiya Osmaniyan ya li ser gelê Ermenan, gelek malbatên Ermen koçberî vê derê bûn. Ermenên ji ber komkujiyê canê xwe xilas kirin, gihiştin vir û li bin hikumraniya Fransiyan de jiyan. 

HATINA REJÎMA BAES

Piştî çûyîna Fransiyan gelek malbatên Ermen jî, ji herêmê derketin û koçber bûn. Bi hatina rejîma Beas ya desthilatê jî Girê Spî weke herêmek "kembera Erebî (Hizam le Erebî)" hate hilbijartin. Li rojavayê bajêr gelek gundên Ereb xistin nav gundên Kurdan. Êdî rewşa Kurdên herêmê roj bi roj xerab dibû. Ji ber ku piraniya Kurdên herêmê bênasname bûn û mafê wan yê xwedî mal û milkbûyînê nîn bû. Gelek nîştecihên Kurd mal û milkên xwe li ser navê Ereb û Tirkmanan qeyd dikirin. Ev jî, ji bo Kurdan her tim cihê metirsiyê bû. Lewma jî hejmara Kurdan her çû û kêm bû li vî bajarî. 

ÊLÊN LI GIRÊ SPÎ

Di serdema Fransiyan de, derveyî Ermenan hejmarek zêde ya eşîre Bergara ya Ereb li herêmê hebûn. Wan jî di nav artêşa Fransiyan de cih digirt û li herêmê hatibûn bicih kirin. Niha jî gelek eşîrên wek; El Cês, Ebû Esaf, Begara, Hinada, Afedlê, Nihêm, Welda, Tobal, Eladînî, Şêxî, Şedadî, Asî, Qurubegî, Elîzerî, Ox û Zoncikî û hwd, yên Kurd, Ereb û Tirkmanan li herêmê hene. 

BERÎ SÊ SED SAL

Herêma Girê Spî berî niha bi sê sed, çar sed salan wek çolistaneke fireh bû û piranî jî cihê çêrandina pez û dewaran bû. Kesên ku lê dijiyan jî piranî koçer bûn. Ew jî demsale lêd ijiyan. Li gor rivayetên gel, sînorê eşîra Milan û eşîra Berazan bû. Ji ber wê jî erdingariyeke bêteref bû. Heta li gor hinek riwayetên gelê herêmê, serhildana eşîra Milan a li hember Osmaniyan li vir, ango derdora bajarokê Silûkê çêbûye. Heta tê îda kirin ku Derwêşê Evdî û 11 hevalên xwe li vir hatine hewara eşîra Milan û têkoşînek mezin li hember Osmaniyan meşandine.

HUCREYA YEKEMÎN A DAÎŞ'ê LI HERÊMA GIRÊ SPÎ DERKET

Çawa ku sedan salan pêşiya niha, paşayên Osmaniyan name ji serok eşîrên Milan re dişandin û digotin "heke hûn teslîm nebin, mal û milk û namûsa we ji bo me helale" heman rengî 5 sal beriya niha DAÎŞ'ê jî eynî tişt digot. Balkêşe ku hucreya yekemîn a  DAÎŞ'ê li heman cihî xwe rêxistin kir û ji wir êrîşî Kurdan û gel û baweriyên herêmê kirin. Eynî hevoka paşayên Osmaniyan digot jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve piştî sedan salan dihat dubarekirin. 

TALAN Û KOÇBERKIRINA KURDAN

DAÎŞ'ê di demek kurt de gelek bajar û deverên herêmê dagir kirin, yek ji wan jî Girê Spî ku ji bajarên destpêkê yên ala reş a DAÎŞ'ê lê hat hildan piştî ku 104 komên artêşa azad xwe guherandin DAÎŞ'ê. Ji xwe piştî ku DAÎŞ'ê Girê Spî dagir kir, deriyê Girê Spî ji aliyê Tirkiyê heta dawiyê ji wan re vebû, çûn û hatin, ticaret û sewqiyata çek û cebilxaneyan serbest bû. Êdî jiyana Kurdên Girê Spî jî ber bi metirsiyê ve diçû. Gelek ji wan hatin girtin û êşkencekirin û gelek hovîtî bi serê wan anîn. Piraniyê wan jî neçar man koçberî Kobanê û Serêkaniyê bibin. Êdî Girê Spî bû navendeke sereke ji DAÎŞ'ê re; ji ber hemû pêwîstiyên xwe di deriyê Akçakale re pêk dianîn. Dema DAÎŞ'ê 15'ê Îlona 2014'an êrîşî Kobanê kir, di milê lojîstîk û cebilxanê de noqteya sereke Girê Spî bû. 

RIZGARKIRINA BAJÊR

Di dema rojên herî xeter ên şerê Kobanê de serokwezîrê Tirkiyê yê demê R. Tayyîb Erdogan, derket û got, "Kobanê ha ket, ha dikeve." Ev gotin, di heman demê de îtirafa hevkariya DAÎŞ û Tirkiyê bû. Lê belê wê demê li hember vê gotinê gotinek balkêş ya din jî hebû. Ew gotin jî "Kobanê nakeve, lê DAÎŞ wê li Girê Spî bikeve" bû. Xwediyê wê gotina dîrokî jî Fermandarê Giştî yê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bû. 

Piştî rizgarbûna Kobanê şervanên YPG û YPJ yekser berê xwe dan Girê Spî. 15'ê Hezîran 2015'an ala DAÎŞ'ê ya reş li Girê Spî hate daxistin û yekem car bajarek ji destê DAÎŞ'ê dihat stendin. 

Beşa duyemîn: Piştî rizgarkirina bajêr, rewşa dawî, rêveberiya gelên herêmê ya hatî avakirin û mînaka jiyana hevbeş.