Çalakiyên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê ya Efrînê didome

Çalakiya nobeda girseya welatiyên ji herêma Bakurê Sûriyeyê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê lidar xistibûn, dewam dike.

Beşeke girseya ji herêmên Bakurê Sûriyeyê ji bo tevlî çalakiya nobedê bibin, çalakiya xwe didomîne, beşek jî erka xwe dewrî tînên nû dike.

Êrîşên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê bi şêwazên cuda cuda tê protestokirin.

Çalakiyên welatiyên ji herêmên cihê yê Bakurê Sûriyeyê ji bo xwedîderketina li Berxwedana Serdemê ya Efrînê hatibûn dewam dike.

Çalakiya nobeda girseya ku ji cihên cuda yên bajarê hatibûn ev hefteyeke dewam dike, li aliyê din jî kesên nû tevlî nobedê dibin.

Yên ku ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ji Bakurê Sûriyeyê hatibûn, nerazîbûn nîşanî êrîşan da, gotin heta êrîş dewam bike wê berxwedan jî dewam bike.