Çalakiya konê li dijî dagirkeriyê ya li Kobanê di roja duyemîn de ye

Çalakiya konê li dijî dagirkeriyê yê li herêma Firatê di roja duyemîn de ye. Bi dehan ciwanan serdana konê çalakiyê kirin û destnîşan kirin ku ew heta dawiyê bi gerîla re ne.

Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û berxwedana xelkê Şengalê ya li hemberî plan û êrişan, li navçeya Qinê ya Kobanê çalakiya kon dewam dike.

Di roja duyemîn a çalakiyê de ku bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Herêma Firatê tê lidarxistin, bi dehan ciwanan berê xwe dan qada çalakiyê.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Jin ên Ciwan ên Herêma Firatê bi konê çalakiyê ve kirin û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" qîriyan.

Ji Rêveberiya Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hebûn Mihemed li qada çalakiyê axivî, berxwedana gerîla silav kir û destnîşan kir, ku ji bo seferberiya hatiye ragihandin çi ji wan bê xwestin wê pêk bînin.

Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya PYD'ê Naz Elî jî berxwedana gerîla silav kir û destnîşan kri ku PKK ji bo azadiya gelan têdikoşe, hêzeke rewa ye.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Qinê Cûneyna Mihemed Elî jî êrişên dagirkeriyê şermeza kir û got, ew ê timî bi gerîla re bin.

Di çalakiyê de her wiha sînevîzyonek li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê hate nîşandan.