4'ê Nîsanê li Kobanê hate pîrozkirin

Gundê Elpelûre yê Kobanê ew gund e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema derbasî Rojava bû, destpêkê çûbû wir. Li vî gundî 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Elpelure yê Kantona Kobanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi dirûşma "Dem dema azadkirina Rêber Apo ye" pêk hat. Ev gund ew dever e ku Abdullah Ocalan dema derbasî Rojava bû yekemcar çûbû vê derê.

Pîrozbahiya li 'Mala Rêbertî' bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star, TEV-DEM, Hêzên Asayîşê û şêniyên herêmê hate lidarxistin.

Di destpêka pîrozbahiyê de li dengê Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin. Rêvebera Kongreya Star Raperîn Dêrik li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ji bo Rojhilata Navîn, Kurdistan û jinê tê wateya jinûve bûyînê.

Raperîn Dêrik got, "Me bi berxwedanê pergala xwe ya rêveberiya xweser li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Heta ku Rêberê xwe azad bikin em ê nesekinin."

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Hecî Îsa jî got, "Heta ku Rêber Apo azad bikin berxwedana me wê dewam bike. Em ji vê derê silavên xwe ji Girava Îmraliyê re dişînin û soz didin ku em ê bi felsefeya Rêber Apo sîstema xwe biparêzin."

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî peyamek ji pîrozbahiyê re şand û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de Akademiya Civaka Demokratîk bezek li dar xist.

Bezvan ku heta gundê Elpelûre bi 15 kîlometreyan beziyan û bi ser ketin, xelat ji wan re hate dayin.

Pîrozbahî bi muzîk, helbest û govendê dewam kir.