3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi operasyonekê li gundên Rojhilatê Dêra zorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

Yekîneyên Antî-Toror yên girêdayî QSD'ê barbanga îro du çalakiyên bi bondor li bajarokê Şihêl ê Dêra zorê pêk anîn. Di encamê de 3 serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin, di nav de yekî Iraqî hebû ku erka wî tirsandina şêniyan û komkirina "Zekatê" ye, her wiha hedefkirina hêzên leşkerî û kesaytên di saziyên rêveberiya herêmê de ye.

Navên çeteyên hatin girtin ev in;

Ziyad Cedan El-Cedan (Ebû Yaisr) ji iraqê ye û sala 1987'an jidayik bûye û li bajarê Qoriyê yê gundewarê Dêrazorê dimîne.

Ferhûd Îbrahîm El-Şûeybî (Ebû Xelîl) sala 1989'an li bajarokê Şihêl jidayik bûye.

Bedir Salim El-Salih (Ebû Fehed El-Iraqî) sala 1969'an li bajarê Mûsilê yê Iraqê jidayik bûye û bajarokê Şihêl ê Dêrazorê dimîne.