2 jê serçete 5 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku 2 jê serçete, 5 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêmê tevgera xwe yê dagirkeriyê domand. Li gelek qadan li gel topbarana dijwar, faaliyetên keşfê yên balafirên bêmirov jî berdewam kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker li gundên Erîşa û Til Mihemed bi piştevaniya balafirên bêmirov êrîş birin ser çeperên hêzên me û herêm topbaran kirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker nêzî gundê Qizelî bi awayekî dijwar topbaran kir. Li gundên Kefîfa û Sarûnc artêşa dagirker bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe êriş bir ser çeperên hêzên me û qadên sivîl. Di encama êrişên komên çete de, li qadê şerên giran rû dan. Her wiha di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên sivîl.

Di şerên li herêma Eyn Îsa de 2 jê serçeteyên koma bi navê Sultan Mûrad, bi giştî 5 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de 3 hevalên me şehîd bûn.”