156 hektar zevî şewitî
Di şewata li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê derketî de 156 heketar zeviya çandî bû xwelî.
Di şewata li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê derketî de 156 heketar zeviya çandî bû xwelî.
Agir bi zeviyên gundên El Hinwe û Wawiye yên li Başûrê navçeyê ket. Şewat di encama hewldana gel û tîmên agirkûj de hate vemirandin.
Piştî şewatê di xebatên tesbîtkirina ziyanê de derket holê ku li gundê Wawiyê 60, li gundê El Hinwe jî hezar û 500 donim zevî hatiye şewitandin.
Di derbarê derketina şewatê de agahiyek zelal nehate bidestxistin.