Ereb di despêka axaftina xwe de behsa bûyera 12’ê Adarê ya li Qamişloyê kir û got, “12’ê Adara 2004’an ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê rojek dîrokî bû. Em dikarin bêjin ku ev bûyer raperîn bû, serhildan bû. Her çiqas ev bûyer li stadyûma topê dest pê kir, di navbera koma lîstokvan ya cîhadî de derket, lê rejîma Baas xwest ku vê bûyerê bike amûreke lîstokê ku siyaseta xwe tê de birêve bibe.
Di rastiyê de jî zexta li ser gelê kurd, siyaseta li hemberî gelê Kurd, rewşa ku gelê Kurd tê de derbas dibû, êdî ji bo nerazîbûna Kurdan ya li hember rejîma Sûriyê, pêwîstî bi serhildanê derxist holê. Dema ku ev bûyer rû da, hikumeta Şamê li hember gelê sivîl, çek bikar anî, zarok şehît xistin. Li hember vê nêzîkatiyê êdî tehemûla gel nema. Serî hilda, raperîn kir û bi deh hezaran gelê kurd li seranserê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û siyaseta dewletê qebûl nekirin.”
Ereb di dewma axaftinên xwe de destnîşan kir ev raperîna Rojavayê Kurdistanê ya li hemberî wê nêzîkatiyê rejîma Sûriyê destpêka Buhara Gelan bû û wiha pê de çû: “Ev di heqîqeta xwe de destpêka Buhara Gelan bû. Dibe ku li gor dihat xwestin neket rojevê, lê êdî wek gelê Kurd biryar hat dayîn ku li Rojhilata Navîn Buhara Gelan dest pê bike. Li ser vî esasî, ji Dêrikê heya Efrînê bi deh hezaran Kurd rabûne ser pêyan. Her wiha armanca dewletê jî ew bû ku li hemberê Kurdan siyasetekî pêş bixe, tirsê di nav Kurdan de belav bike, girtinê pêş bixe û bide qebûlkirin ku Kurd li gor siyaseta dewletê jiyan bikin. Di aliyê din de jî xwest ku di navbera gelan de dijminatiyê pêş bixe. Taybet di nav gelê Kurd û Ereb de fitne û fesadiyê bide pêş.”
Silêman Ereb da zanîn ku rejîm nekarî siyaseta xwe ya li hemberî gelê Kurd bi ser bixe û wiha axaftina xwe domand: “Siyaseta rejîma Baasê bi ser neket. Li hember wê, Kurdan êdî di vê bûyerê de dîwarê tirsê şikand. Kurdan yekîtiya xwe ava kir. Êdî di nav Kurdan de fikrek nû xwe da pêş ku êdî pêwîstiya Kurdan bi hêzek ya xwe parastinê heye, pêwîstiya Kurdan bi rêveberiyê heye û pêwîstiya Kurdan heye ku êdî careke din xwe bi rêxistin bike. Ev fikir di nava Kurdan de pêş ket û di heman demê de jî di navbera Kurd û Ereban de jî birakujî û fitneyek çênebû. Rixmê ku êrîşê mal û milkê Kurdan kirin û xwestin ku di nav civaka Ereb de hin nêrînên şovenîst pêş bixin, lê pêş neket. Dewletê xwest ku bi şêwazekî şovenîst û netewperest vê siyasetê pêş bixe, lê ev bi ser nexistin.”
Ereb diyarkir ku bûyera 12’ê Adarê ji bo şoreşa Rojava mîna çirûskekê bû û got: “Ev bûyer li gor nêrîna me ji bo destpêkirina şoreşa Rojava wek çirûskekê bû. Di 12’ê Adarê de ger ku Kurdan ew serhildan pêş nexistibûna, di pêşxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê de wê Kurdan nikarîbûna wan destkeftiyan ava bikin. 12’ê Adar ê ji bo Kurdan û ji bo giştî gelan bû mîrasekî civakî, bû mîrasekî ji bo şoreşê, bû zemînekî avakirinê û li ser wî esasî şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberê siyaseta Baas dest pê kir. Karî ku heta niha statuyekî bide ava kirin.”
Ereb di beşeke din a axaftina xwe de şoreşa 19’ê Tîrmehê û destkeftiyê wê weke bersiv û hesabxwestina ji hikumeta Şamê ya ji ber bûyera 12’ê Adarê û wiha berdewam kir: “Heta niha bi rengekî fermî hesap ji hikumeta Şamê nehatiye xwestin. Ji ber ku bi dehan xort û keç şehîd ketin. Bi dehan birîndar çêbûn û bi hezaran miorov hatin girtin. Gelek kesan ji ber wê siyasetê û ji ber wan girtinan derfetên xwe yên jiyanê winda kirin. Bi vê awayî hesabek nehatiye xwestin, lê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de, taybet avakirina rêveberiya xweser, avakirina hêza xwe parastinê, YPG, YPJ, Hêzên Sûriya Demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weke Kurd, destkeftiyên ku bi şoreşa Rojava pêş xistine û asta şoreşa Rojava ya ku tê de derbas dibe, ev bixwe bersivek e û di astekî herî bilind de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li beramberî rejîma Şamê ya şoven birêve diçe û îro sîstema rêveberiya xweser bûye alternatîfa rejîma Şamê.”
Ereb her wiha bal kişande ser hişmendiya Baas û şoven ya rejîma Şamê ya naxwaze pirsgirêk çareser bibe û ragihand, “Rejîma şamê jî heya niha qebûl nake. Heya niha di zîhniyeta xwe ya Baas û şoven de israr dike. qebûl nake ku hevdîtin bike û pêvajoya siyasî dest pê bike ku em bigihin çareseriyê û em bigihêjin Sûriyeke demokratîk. Ji ber wê serhildana 12’ê Adarê, ji bo şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûska destpêkê bû û jê re zemîn da avakirin, li ser bingeha wê şoreşa gelan dest pê kirin.
Di wê demê de ragihandina heyî, ya navneteweyî û ragahandina heremê nexistin rojeva xwe, ji ber wê demê berjewendiyên wan bi hikimeta Şamê re cuda hebû. Tenê televîzyona wê demê ya Roj TV ev bûyer kir rojevê û xwest ku bike malê giştî cîhanê. Weke din tu ragahandinê û raya giştî nexiste rojevê.Weke ku di 2011’an de dema şoreşa gelan pêk hat raya giştî û ragandinê kir rojeva xwe nebû.”
Ereb bi vî rengî qala xwe ya dema destpêka şoreşa Rojava kir: “Wê demê ez li Helebê bûm, min zanîngeh dixwend. Agahî hat ku li giştî bajarên Kurdan serhildan çêbûye. Li wir jî giştî keç û xortên Kurdan xwe bi rêxistin kirin û helwest dan nîşandan. Kurdan di wê raperînê de yekîtiya xwe dan ava kirin. Rastî jî hêza dewletê li ser sivîlan pir xurt bû. Cara yekê bû ku îstîxbarata dewletê û hêzên wê derbasî nav zanîngehê bûn. Gelek xort û keç girtin, bi sedan xortên zanîngehê hatin girtin. ji wan xortan bi dehan neçar man ku dev ji zanîngehê berdin û derbikevin derveyê Sûriyê.”
Ereb di dawiyê de wiha behsa rewşa nihayî ya stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê kir: “Ger em niha bêjin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev stadyûm navê wê, stadyûma şehîdên 12’ê Adarê ye, li vir wê du tîm, yek tîma Dêrazorê, yek jî tîma Qamişlo wê werin beranberê hev û lîstikê bileyzin. Ev wek helwestekî li hemberê wê zîhniyetê ye. Niha gelê Dêrazorê di nav şoreşê de cih digire. Li hember zîhniyeta Şamê serî hildaye. Di nav Rêveberiya Xweser de bi bawerî, netewa demokratîk, biratiya gelan roleke pir girîng dilîze. Em niha bi vî rengî bi bîr tînin. Raste birînekî girane, me bi dehan keç û xort winda kirin. Bi dehan sivîl şehîd bûn û heya niha em êşa wê dikişînin. Bi sedan kes derketin derveyê welat, jiyana wan hat guhertin. Lê li hemberê wê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser ango sîstemek demokratîk hat ava kirin û her diçe mayînde dibe.”