‘Zimanê Kurdî rûmeta me ye’

‘Zimanê Kurdî rûmeta me ye’

Di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê, her wiha metrepolên Tirkiyeyê bi daxuyanî û meşan hate pîroz kirin. Di meş û daxuyaniyan de dowîzên “Zimanê me rûmeta me ye” hatin hilgirtin.

CIZÎR

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê bi meşekî girseyî 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Girseyê pankrata "15'e Gulanê Cejna Zimanê Kurdi li gelê Kurd pîroz be" vekirin û dowîzên "Bila zimanê kurdi bibe zimanê fermi", "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûna me ye" hilgirtin. Girseyê ji be Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zînê heta taxa Dîcleyê meşiyan.

Rêveberên BDP'ê, MEYADER, SES, Egîtîm Sen, Odeya dermanfiroşan, mamoste û gelek xwendekar tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Bê ziman jiyan nabe", "Biji serok Apo" û "Ziman rûmete" hatin qîr kir. Piştî meşê li ber Mala Şînê ya Gel Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê Meryem Eşkara daxuyanî xwend û bal kişand ser polîtîkayên înkar û tunekirinê û wiha got: "Zimanê kurdî di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatiye."

MÊRDÎN

Xwendekarên Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê î bi heman armancê li ber Rektoriyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran berî daxuyaniyê êrîşa Reyhanliyê şermezar kir û xwestin demildest kiryar bên dîtin. Xwendekaran bi minsabeta Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hate dayîn û diyar kirin ku, her gelekî nirxên wî hene û ji wan yek jî zimanê dayîkê ye. Xwendekaran xwest ku bi minasebeta rojê panelekê li dar bixe lê bêhincet hate redkirin. Piştî daxuyaniyê dersa kurdî hate dayîn. Selîm Temo bi kurdî ders da.

AMED

Komeleya Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) jî bi heman armancê meş li dar xist. Xwendekarê ji 3 aliyan dest bi meşê kirin pankartên "Zimanê azad jiyana azad", "Sînorê zimanê min sînorê cîhana mine", "Zimanê min qedexe neke" û "Ciwan hêzên parastina zimanin" vekirin û dowîzên "Hûn nebin yek, hûnê herin bi yek û yek", “Zimanê min nasnameya min e" û "Em komkujiya Reyhanliyê şermezar dikin" hilgirtin. Di meşê de sloganên "Zimanê me rûmeta me ye", "Goristan Kurdistan ji bo faşîstan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîr.

Di dema meşê de polîsan xwendekar bi gotinên devkî tacîz kirin û ji ber vê yekê demek kin rageşî derket. Piştî rageşî bi dawî bû, xwendekar li ber qada basketbolê hatin cem hev. Piştî rêzgirtinê Sehildan Tanriverdî daxuyanî xwend û diyar kir ku, civaka Kurd ji civakên herî kevnare.

RIHA

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Rihayê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê Hakki Oymak diyar kir ku, Kurd li her aliyê cîhanê roja zimanê dayîkê pîroz dike. Oymak anî ziman ku, ew dê nirxên piştî têkoşîna 35 salan bi dest xistin dê bi parêzin. Di aliyê çand, nasname û ziman de gelek maf bi dest kirin. Ev maf bi bedelan hatin girtin. "

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ziman hebûna gelane" vekirin û dowîzên "Kurdî bixwîne, Kurdî bifikire, Kurdî bijî", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin vekirin. Ji mamosteyan Suleyman Geçgel daxuyanî xwend û diyar kir ku, divê hemû kes xwedî li ziman der bikeve û wiha got: "Nirxinên hemû civakan ên pîroz hene. Ziman jî ji nirxên pîroze."

AYDIN

Rêxistina BDP'ê ya Aydinê jî bi heman armancê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Aydinê Raîf Kanat, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Alî Riza Temûr û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Di civînê de cejna ziman hate pîrozkirin.

ÎZMÎR

Ciwanên Dibistana Amadeyî yên Welatparêz jî bi heman armancê li ber Amadeyiya Ahmet Yesevî daxuyanî dan çapemeniyê û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Di daxuyaniyê de sloganên "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrkirin. Di daxuyaniya hatî dayîn de gelên cîhanê bi gelek zimana hatin silavkirin û wiha hate gotin: "Em girêdana xwe ya li hemberî şehdî û girtiyên şoreşger careke din tînin ziman. Ziman neynuka civakê ye. Ziman hebûna civakê ye. Ji ber vê yekê êrîşên li hemberî ziman li hemberî civakê ne."

Piştî daxuyaniyê xwendekaran "Çerxa Şoreşê" xwendin û heta ber avahiya Turk Telekomê meşiyan.

EDENE

Komeleya Xwendekarên Demokratîk ên Zanîneha Çukurova (ÇUDO-DER) jî bi heman armancê bername li dar xist. Rêveberên BDP'ê, KURDÎ-DER, Dayîkên Aştiyê tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankrata "15 Gulan'ê Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz be" vekirin û dowîzên "Ziwan be perwerdeyî nêbeno", "Ez zimanê xwe dixwazim", "Ziman beden e dest nede bedena min", "Ziwan gere fermî", "Ziman kujî mirovkujiye", "Ziman pasaport mino nasname mino" hatin hilgirtin û sloganên "Be ziman jiyan nabe", "Bejî 15'ê gulan", "Edî bese" hatin bilind kirin. Piştî meşê dersa kurdî hate dayîn. Li ser navê ÇUDO-DER'ê Muhlîs Turan daxuyanî xwend û diyar kir ku, her tim li ser zimanê kurdî zext û asîmîlasyon pêk hatin.

AVKEVIR

Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê ji bi heman armancê pîrozbahî pêk hat. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn. Pişt rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê Abdulrezak Kaya axaftinekî kin kir. Kaya derbarê dîroka zimanê kurdî de agahî dan.

MÛŞ

Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê (MED-DER) jî bi heman armancê li Zanîngeha Alparslan a Mûşê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekarên dixwestin li kampusê daxuyaniyê bidin rastî astengiya Rektor Prof. Dr. Nihat Înanç hatin û Nûçegihanê DÎHA'yê Necdet Yenturk jî hate astengkirin. Xwendekaran ev yek bi slogana "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" şermezar kir. Xwendekaran sloganên “Bê ziman jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Piştî rêzgirtinê Rêveberê MED-DER'ê Fuat Yaman bi kurdî daxuyanî xwend û bal kişand ser zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî. Piştî daxuyaniyê xwendekaran daxwaznameyên bi ser navê "Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê" dan rektor.

ELBAK

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî cejna ziman bi meşekê hate pîrozkirin. Rêveberên BDP'ê, Şaredara Elbakê Eylem Açikalin û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankratên “Em perwerdehiya zimanê xwe dixwazin” û “Zimanê min nasnameya mine” hatin vekirin û sloganên “Bijî serok Apo” û ”Bê ziman jiyan nabe” hatin qîrkirin. Piştî meşê daxuyaniyekî kin hate dayîn.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî bi heman armancê meş pêk hat. Ligel baranê KCD, BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Meclîsa Jinan a BDP'ê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” qîrkirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER Hamza Arslan diyar kir ku, divê hemû kes xwedî li zimanê xwe debikeve.

ÎDIR

Rêxistina BDP'ê ya Îdîrê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Çîrka diyar kir ku, divê hemû kes xwedî li zimanê kurdî derbikevin. Komeleya Xwendekarên Îdîrê jî bi heman armancê li ber rektoriyê daxuyanî da çapemeniyê.

MANÎSA

Komeleya Piştgirî û Alîkariya Çandê ya Xwendekarên Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê jî bi heman armancê rojek ders boykot kirin.

COLEMÊRG

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê gelek bername li dar xistin. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, endamên Meclîsa BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî bernameyan bûn. Girseya li ber şaredariyê kom bû bi dawol û zirnayan govend girt û pişt re dest bi meşê kirin. Di meşê de pankrata "Zimanê me yê dayîkê bi meşa çareseriya demokratik ve azad bibe" vekirin û dowîzên "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyannabe", "Zimanê min qedexe nekin", "Em Perwerdeya zimanê xwe dixwazin" hilgirtin û sloganên "Bê ziman jiyan nabe" û "Em perwerdehiya zimanê xwe dixwazin" hatin berkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

WAN

Li Wanê jî bernameyên cejna ziman berdewam kirin. Li kolana Hûnerê tîpên kurdî yên qedexe "Q, X, Y,Z, Û, Î" hatin nivîsandin. Di daxuyaniya hate dayîn de gotinên Mir Celadet Bedirxan ên "Kurdino malxirabîno, yan nebêjin em kurdin an jî kurdî biaxivin, bixwînin û binivsînin" hatin bîrxistin.

ERDÎŞ

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê jî bi heman armancê meş li dar xist. Lê polîsan bi wesayîtên zirxî destûra meşê nedan. Girseyê li ser vê yekê li Parqa Zîlanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên "Jiyan bê ziman nabe", "Zimanê me hebûna me ye", "Ziman mafê me ye, em mafê xwe dixwazin" hatin hilgirtin û wêneyên wêjevanên kurd ên weke Ehmedê Xanê û Elî Bedirxan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de li dijî astengiya polîsan bertek hate nîşandan.

PANOS

Rêxistina BDP'ê ya Panosê jî bi heman armancê bername pêk hat. Rêveberên BDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî bernameyê bûn. Piştî daxuyaniyên hatin dayîn dengbêjan staran gotin û şano hate lîstin.

GEVER

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Geverê jî bi heman arancê meş pêk hat. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn, KESK, DÎSK, MEYADER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din heta Parqa Çandê ya Musa Anter meşiyan. Di meşê de pankarta "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdi piroz be, bingeha Xweseriya Demokratik zimanê Kurdî ye" hate hilgirtin. Piştî meşê Seroka Şaxa KURDÎ-DER'ê Arîfe Kutlar daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya zimanê Kurd.