Zeydan, ji bo ku kelepçeyê qebûl nake tedawiya wî nayê kirin

Abdullah Zeydan, wekîlê HDP’ê, ji bo ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nake tedawiya wî nayê kirin.

Ferzkirina kelepçeyê ya li ser hevserok û wekîlên HDP’ê berdewam dike. Herî dawî xwestibûn ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi kelepçê bibin dadgehê, niha jî hate xwestin ku wekîlê HDP’ê Abdullah Zeydan bi kelepçê bibin nexweşxanê.

Zeydan ku li Girîgeya Tîpa F’yê ya Edîrneyê bi Demîrtaş re li heman odeyê dimîne derbarê babatê bi rêya parêzerên xwe agahî da. Zeydan got ji ber nexweşiya wî ya zik beriya bi 20 rojan bê ku kelepçê lêbixin ew birine Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê û piştî lê nerîne, ji bo ku nexweşiya wî were naskirin pêdivî bi kolonoskopiyê heye û ji bo vê jî jê re hatiye gotin ku 15’ê Tebaxê wê wî bibin nexweşxaneyê.

Zeydan bi domdarî diyar dike, dema ku wê wî bibirina nexweşxaneyê, personelê jandarma yê girêdayî Wezareta Navxweyî gotin li ser fermanê ew ê bi kelepçe wî bibin. 

Zeydan diyar dike ku Wezareta Navxweyî talîmatê nade kelepçekirina DAIŞ’iyê ku polîs kuştî lê talîmat dide wekîlê HDP’ê ku temsîla gel dike. Zeydan wiha dibêje: ‘’Min gote wan heke ez ev qebûl bikim ev ê bibe bêhurmetiya li vîna gel.

Zeydan got ev ferzkirin, ‘’kîn û nefreta desthilatdariya AKP’ê ya li dijî gelê me ye. Berdêla wê her çi dibe bila bibe, bila kesek gumanê jê nebe ku em ê vîna temsîlî ya ku gelê me emanetî me kiriye bi rengekî ku şayanî gelê me be, bi rûmetî em ê hilgigirin.’’