Karîkaturîstê Îtalyayî Zerocalcare (Mîchele Rech), sala 2014'an de ma çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, li Pirsûsê piştgiriya Kobanê dikir.
Karîkaturên wî yên li ser Kobanê 2 salan li kovara heftane ya Îtalyayê Internazînal hatin weşandin.
Ji ber ku karîkaturên wî bal kişand, ew kir pirtûk.
Pirtûka bi navê Kobane Callîng (Kobanê bang dike) piştî Îtalyayê li Elmanyayê jî hat çapkirin.
Hatineya ji pirtûkê jî ji bo karê ji nû ve avakirina Kobanê hate şandin.
Zerocalcare li ser karîkaturên xwe yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê got, "Min bi kîjan hestê êrîşên li ser Kobanê xêz kir, heman hestê niha ji bo Efrînê wêneyan çêdikim."