Zarokeke Kurd di dema şopandina polîsan de jiyana xwe ji dest da

Piştî ku polîsên Belçîkayê li herêma Masisieres a nêzî bajarê Mons ê Belçîkayê qemyoneteke koçber tê de bûn şopand û ji bo sekinandina wê gule berdan hewayê, keçeke Kurd a 2 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya AFP'ê, keçeke 2 salî ya malbateke Kurd a li bajarê grande-Synthe ê li bakurê Fransayê dima, dema polîsan wesayiteke ku koçber tê de bûn dişopandin û gule berdan hewayê, jiyana xwe ji dest da. Dozgerê dozê Frederic Bariseau diyar kir ku zaroka keç ne dema êrîşa polîsan, lê di dema rakirina nexweşxaneyê de li ambulansê miriye.

Dozger got, "Polîsan gule berdan wesayitê, lê guleyên polîsan li zaroka keç neket." Dozger ragihand ku otopsiya zarokê hatiye kirin.

Tê gotin ku ji ber nexweşiyekê, ya jî ajotina bê kontrol a wesayitê, ya jî ji ber şîdeta lê hatiye kirin dibe ku zaroka keç jiyana xwe ji dest dabe.

Dozger diyar kir ku hemû kesên di qemyonetê de Kurd bûn û hejmara wan 30 kes in.

Dozger ragihand ku îfadeya kesên di qemyonetê de hatiye girtin, lê nayê zanîn bê ajokarê qemyonê di nava kesên hatine destgîrkirin de heye yan na. Mirina zaroka keç li bajarê Grande-Syntheyê rê li ber nerazîbûnê vekir.