Yûsif: Vegera dema beriya 2011’an întixar e!

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif bal kişand ku Erdogan dixwaze Sûriye vegere dema beriya 2011’an. Yûsif ragihand li dijî operasyoneke leşkerî helwesta wan zelal e.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif a ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî diyar kir ku lûtkeya Enqerê ya 16’ê Îlonê pêk hatî dewama Astanayê ye û got: “Ya dixuyê ew e ku her sê dewlet jî li pêşiya guhertina demokratîkê dirawestin, sîstema netew-dewlet a li Sûriyeyê diparêzin. Dixwazin vegerin pêvajoya dema beriya 2011’an. Ev jî ji bo Sûriyeyê întixar e.”

 ‘ERDOGAN DAXWAZA RÊDANA DAGIRKIRINÊ KIR’

Foza Yûsif bal kişand ser axaftina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New York ku bi nexşe û fotoyan got: “Hêviya Erdogan erêkirina Trûmp a dagirkeriyê ye. Bi qasî me şopandî daxwaza Erdogan nehat bicihanîn. Erdogan wê li gorî xwe ‘sînorê ewlekariyê’ dirêj bike. Lê ev ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê ve neyê pejirandin.

‘OPERASYONA LEŞKERÎ NAYÊ PEJIRANDIN’

Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Foza Yûsif behsa polîtîkayên dagirker ên Erdogan kir û wiha pêde çû: “Erdogan di nava rewşeke tevlîhev de ye. Bi taybet piştî hilbijartina xwecihî û windakirina hêza xwe ya siyasî, dixwaz ji nû ve vegerîne. Ji bo vê pêwîstiya wî bi ‘serketinekê’ heye. Eger ku li Tirkiyeyê hilbijartinek pêşwext pêk bê wê operasyonek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne dûr be. Dixwazin bi rêya koçberan demografiya herêmê bide guhertin. Her kes vê rewşê qebûl nake û helwesta Rêveberiya Xweser zelal e.”