Yuksekdag: Em bi ruhê Farqînê çeperên berxwedanê xurt bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî berxwedana Farqînê ji Med Nûçeyê re axivî.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag banga, “bi ruhê Farqînê bilindkirina çeperên berxwedanê” li tevahî gelên demokrasîxwaz kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî berxwedana Farqînê ji Med Nûçeyê re axivî.

Yuksekdag bal kişand ku desthilatî ji derveyî şer, hilweşandin û komkujiyan ti alternatîfên din nade gelan û wiha axivî: “Desthilatiyê bi sozên îstîqrarê piranî bi dest xist. Lê bê ka çi ji îstîqrarê fêm dike, şer, hilweşandin û komkujî tên wateya îstîqrarê me dît.”

Yuksekdag ji bo Farqînê axaftina, “bûye wek çeperê şer” bîkar anî û wiha got: “Farqîn, bi rêbazên herî giran ên komkujî û êrîşê re rû bi rû hat. Astek êrîşên ku Cizîrê jî derbas dike heye.”

Yuksekdag bi bîr xist ku ji bo xwedîderketina Farqînê li Rojava pêşxistina berxwedana demokratîk û xwedîlêderketin li cihekî girîng disekine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê aşkera kir ku bê ka wê hikûmeteke çawa be. Êdî ne gengaze ku em ji AKP’ê pêvajoyek çareseriyê ya xwe dispêre aştiya gelan hêvî bikin. Li hember şerê navenda wê Qesr û AKP’e xurtkirina çeperên aştiyê, navbera çeperên aştiyê de xurtkirina têkîliyan wek HDP’e rêya ku em ê bîşopînin e. Îro çepera berxwedanê Farqîn e. Eger tevahî gelên Tirkiyeyê demokrasiyê tercîh dikin, ez bang li wan dikim li cem Farqînê cihê xwe bigirin.”

Yuksekdag ragihand ku wê sibê li Farqînê be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Farqîn çi dikeve ser milên wê bi cih tîne. Tiştê girîng ew e ku li her derê bi ruhê Farqînê nîşandana berxwedanê ye. Ruhê Farqînê, ruhê demokrasiyê ye. Li hember dîktatortiya Qesrê berxwedan e. Li çar aliyê Tirkiyeyê em bi ruhê Farqînê çeperên berxwedanê xurt bikin.”