Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek da xuyakirin ku gel neçar hatiye hiştin di nava şert û mercên darbeyê de hilbijartinê bike û got, "Encama ku HDP'ê di nava van şert û mercan de wergirtiye, serketî ye û erênî ye."
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê nirxand.
Yuksek destnîşan kir ku di nava şert û mercên darbeyê de hilbijartin li ser wan hatiye ferzkirin û got, "Heta ku ev rastî neyê dîtin, encamên hilbijartinê nikare rast bê nirxandin. Mirov dikarin bêjin ku lûleya çekê dan serê civakê û bi vî rengî jê xwest dengê xwe bi kar bîne. Gefa 'hûnê dengê xwe bidin me' li civakê hat xwarin."
Yuksek êrîş û komkujiyên ji 7'ê Hezîranê û vir ve diqewimin nirxand û got, "Dewletê bi hemû hêz û derfetên xwe re zext li civakê kir. Ya ku li HDP, pêkhateyên wê û weke DBP li me hat kirin, qat bi qat ji van pêkanînan zêdetir bû. Em qala hilbijartineke welê dikin ku Serokkomarê vî welatî rabû got ku ew me weke partiyeke siyasî jî nabîne."
'ZEXT LI VÎNA AZAD A GEL HAT KIRIN'
Yuksek da zanîn ku di nava 3 mehan de 20 Hevşaredar hatine girtin, 30 ji wezîfeyê hatine dûrxistin, bi hezaran mirov hatine binçavkirin û got, "Encama ku ji vê hilbijartinê derketiye, weke vîna azad a milet nabe bê dîtin. Gel bi vîna xwe ya azad neçûye ser sindoqan û dengê xwe bi kar neaniye. 5 mehan bi îşkenceyeke fîzîkî û psîkolojîk ber bi sindoqê ve hatiye kişandin, bi zorê hilbijartin bi gel dane kirin. Encama vê yekê jî niha weke vîna gel nîşan didin. Em bi ti awayî vê encamê rewa nabînin. Nebûye hilbijartineke demokratîk. Zext li vîna azad a gel hatiye kirin û bi zorê ber bi sindoqê ve hatiye kişandin."
Yuksek got, "Nabe ku bê gotin hilbijartin di nava şert û mercên normal de hatiye kirin" û ev xal destnîşan kir: "Partiyên mûxalîf jî di nava şaşîtiyekê de ne. Desthilatdariyê lûleya tivingê da serê civakê û bi vî rengî deng da bikaranîn. Mûxalefet jî encama ji vir derketiye weke serketin an jî binketinê dinirxîne. Li gorî me ev nirxandin şaş e."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku tevî hemû zext û êrîşan jî encama HDP'ê bi dest xistiye "erênî û serketî" ye û got, "Dixwazim bêjim ku ev encam, encameke gelekî hêja ye ku di nava van şert û mercan de hatiye bidestxistin."
Yuksek got, "Eger di nava şert û mercên 7'ê Hezîranê de hilbijartin hatibûya kirin, me hingî dikarîbû vê encamê week serketin an jî binketinê binirxanda. Lê belê di van şert û mercan de nabe ku bi vî rengî were nirxandin."
Yuksek her wiha bibîr xist ku 600 hezar mirovên ji ber zext û şîdetê neçar ma koç bikin, nikarîbûn dengê xwe bi kar bînin.
Yuksek herî dawî ragihand ku dema pêş wê bibe diyarkirina destûreke nû ya bingehîn û rejîmê û got, "Di vê pêvajoyê de ne tenê li parlamentê, divê li zemîna civakî bi awayekî aktîf têkoşîn bê meşandin. Em neçar in rê nedin desthilatdariyê ku bi tena serê xwe rejîmê û destûra bingehîn diyar bike."