YSK esas û qedexeyên hilblijartinê aşkera kir

YSK esas û qedexeyên hilblijartinê aşkera kir

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) der barê hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de pêkanîn û qedexe aşkera kir.

Li gorî biryara YSK ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, dema destpêkirina hilbijartinên rêveberiyên herêmî 1'ê Çileyê û dema destpêkirina serbestiya propaganda hilbijartinê jî 20 Adarê ye. Li gorî biryarên YSK'ê, di dema hilbijartinê de li ser rêyên giştî, li mabetan, li avahî û navendên xizmeta cemaweriyê, propaganda qedexe ye.

Biryarên YSK yên li ser hilbijartinê ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin wiha ne:

- Li ser serlêdana partiyên siyasî ya ji bo propaganda devkî ya bi awayekî komî, civîn, meydan, roj, rêz û saetên wê dê ji aliyê desteyên hilbijartinê yên navçeyan ve bi nav werin diyarkirin û ji bo namzetên serbixwe jî dê hefteyê rojek bê veqetandin.

- Deh rojên beriya roja dengdanê ji sibeha 20'ê Adarê û pê ve erka çavdêrî û kontrolê ya dema serbestiya propaganda ya heta 29'ê Adarê saet 18:00 di destê desteyên hilbijartinê yên navçeyan û ya beriya 20'ê Adarê jî ev erk wê di destê amîrên îdareya mulkî de be.

- Li cihên vekirî, du saet piştî çûyîna ava ya rojê heta hilatina rojê, dê bi awayekî komî propagandaya devkî neyê kirin.

- Li ser navê namzetên partiyên siyasî yan jî serbixwe yên beşdarî hilbijartinan bibin, dê li cihên girtî civîn karibin werin lidarxistin.

- Li qadên cemaweriyê yên mîna dibistan, qişle, biryargeh, artêşgeh, avahî û navên leşkerî û qadên din ên xizmeta cemaweriyê, civînên girtî nikaribin pêk werin.

- Ji dema destpêka hilbijartinê û pê ve partiyên siyasî û namzetên serbixwe dê karibin li cihê xebata hilbijartinê lê dimeşîne, buroyên hilbijartinê vekin. Buroyên hilbijartinê dikarin di navbera saet 09:00-23:00 de li gel vekirî bin.

- Bangawazî û alavên reklamê yên li buroyên hilbijartinê, dê di 29'ê Adarê roja Şemiyê saet di 18:00 de bên rakirin, xebatên buroyên hilbijartinê di vê demê de bi dawî bibin.

- Ji dema destpêkirina hilbijartinê yanî ji 1'ê Çileya 2014'an roja Çarşemê heta roja dawî yanî rojek beriya dengdanê 29'ê Adara 2014'an roja Şemiyê saet di 18:00, dê namzetên partiyên siyasî û serbixwe karibin bi rêya çapemeniya nivîskî, reklam an jî bi vekirina malperên înternetê propaganda xwe bikin.

Esas û qedexeyên YSK'ê 10 roj beriya dengdanê (20-29'ê Adarê) destnîşan kiriye ev in:

- Bi rêya çapemeniya nivîskî, dîtneyî û devkî, bi lêkolînên raya giştî, anket, texmîn û di bin navê referandûmên biçûk de weşanên ku karibin bandorê li dengê welatiyan bike, qedexe ye.

- Di dema weşandina anket an jî lêkolînên raya giştî de, divê were aşkerakirin ku lêkolîn ji aliyê kîjan saziyê ve hatiye kirin, hejmara welatiyên pirs ji wan hatiye kirin û ji aliyê kê ve lêkolîn hatiye kirin.

- Li ser belavokên propaganda divê ala Tirk û îbareyên olî neyên bicihkirin.

- Esas e ku partiyên siyasî û namzetên wan di propaganda xwe de zimanê Tirkî bikar bînin.

- Mehek beriya roja dengdanê yanî di 28'ê Sibata 2014'an de her namzet li cihê xwe yê hilbijartinê bi awayekî wekhev karibin ji qadên bangawazî û reklaman sûdê werbigirin.

- Sih roj beriya roja dengdanê, namzet dê karibin ala, afîş û posterên danasînê li avahî, kargeh an jî wesayîtan daliqînin.

- Ji 1'ê Çileyê 2014'an roja destpêkirina hilbijartinê û pê ve, qedexe ye ku li panoyên reklaman ên maşînên ragihandinê yên hewayî, deryayî, bejahî û hesinî yên xizmetên cemaweriyê didin, reklamên danasînê werin daliqandin.

-  Ji 20'ê Adara 2014'an û pê ve Serokwezîr, Wezîr û parlamenter dê bi armanca propagandayê nikaribin wesayîtên meqamê û wesayîtên ji bo xizmeta fermî, bikar bînin. 

- Ji 20'ê Adara 2014'an û pê ve di propaganda hilbijartinê ya Serokwezîr, wezîr, parlamenter û namzetên din de, ti karmendên dewletê dê beşdar nebin.