Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) divê di 22’ê Gulanê de agahiyên hilbijêr û sindoqan zelal bikira û ragihanda ji partiyên siyasî re. YSK li gorî bernameya xwe tevnegeriya û piştî çar rojan di 26’ê Gulanê de tenê agahiyên hilbijêrên 63 bajaran eşkere kir. Lîsteya endamên desteya sindoqan ya ku divê di 1’ê Hezîranê de teslîm bikira jî taloqî 3’ê Hezîranê kir.
YSK dema ku biryara hilbijartina zordest hatibû ragihandin, gotibû ku “Em amade ne.”
‘EM HEJMARA HILBIJÊRÊN 18 BAJARAN NIZANIN’
Abbas Kiliçoglû yê ku têkildarî ewlekariya sindoqan a HDP’ê dixebite, got ku "YSK lîsteya teslîmkirina endamên desteya sindoqan ji 1’ê Hezîranê taloqî 3’ê Hezîranê kir. Lê 18 bajar ne di vê bernameyê de ne. Em niha hejmara hilbijêrên 18 bajaran nizanin, ne hemwelatî û ne jî partiyên siyasî em hejmara sindoqan nizanin. Ji 26’ê mehê û vir ve 4 roj derbas bûn. Hê jî nehatiye diyarkirin. Ji ber vê jî divê ji bo 18 bajaran çar rojên din jî li ser 3’ê Hezîranê zêde bikin.”