YPS'ê li Amedê li dijî tîmên taybet çalakiya bombeyî li dar xist

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Çekdar Amed ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê li dijî "dijmin" çalakiyeke bombeyî li dar xistine û di encame de tîmekî taybet birîndar bûye. Her wiha hate ragihandin ku li bajêr firoşkarekî narkotîkê hatiye cezakirin.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Çekdar Amed ên YPS'ê diyar kirin ku di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran" li Amedê du çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di 16'ê Îlonê de saet 03:00 li ser rêya Amed-Farqînê li pêşiya xaçerêya Uçyolê li dijî "dijmin" ê ku berê li herêmê bi cih bûbû, "êrişa bombeyî" hate lidarxistin. Tîmên Bersivdanê diyar kirin, "Di encama çalakiyê de tîmekî taybet birîndar bû, li ser hejmara kuştî û birîndarên din ên dijmin agahî nehate bidestxistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 13'ê Îlonê jî şexsê bi navê M.E. ku berê hate tespîtkirin firoşkarê eroînê ye li taxa Seyrantepe ya Amedê hate cezakirin. Hate ragihandin ku madeyên narkotîkê yên pê re jî hatin îmhakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê hêz û kapasîteya me heye ku li Kurdistanê li dijminê ku di nava lîstikên qirêj de ne bixin. Yekane rêya têkbirina vî dijminî ew e ku bi zimanê jê fêhm dikin lê bixin. Tolhildan wê sonda me be, serketin wê gotina me be. Di her kêliyê de li her cihî em ê li dijmin bixin û bibin bersiv ji şehîdan û gelê xwe re."