YPG: Li Kobanê 22 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 22 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 22 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ên 24 saetan li herêma Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herî kêm 22 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 33. de dewam dikin. Komên çete ji herêmên cûda hêzên nû taqwîye dikin û bi taybet li eniya rojhilat êrîşan dewam dikin. Her wiha navenda bajêr jî bê navber bombebaran dikin. Hêzên me jî li derdora bajêr li dijî çeteyan çalakiyan pêk tînin.
Komên çete doh bi roj û tevahiya şevê êrîşên xwe dewam kirin. Li devera Kaniya Kurdan a li bakûrê bajêr û li devera pîşeyî ya bajêr komên çete ji sê aliyan ve êrîş kirin, lê belê hêzên me bersivên tund dan û êrîş têk birin. Di van êrîşan de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin herî kêm 7 çete hatine kuştin, dûrbînek şevê hatiye desteserkirin. Hêzên me li rojhilatê bajêr jî li derdora avahiya şaredariyê li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de du baskên çeteyan hatine hedef girtin, hemû hatin îmhakirin. Bi qasî ku hat tesbît kirin herî kêm 10 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr ê bajêr hêzên me li dijî çeteyên ku topên hawanê davêjin çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de herî kêm çeteyek hat kuştin.
Hêzên me îro sibehê li rojavayê bajêr li Girê Îzea (Girê Radyo) li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hat tesbît kirin 4 çete hatin kuştin.
Du hevalên me ku bi îrade û biryardariyek mezin berxwedan bi qehremanî şer kirin jî şevê din şehîd bûn.”