YPG: Di pevçûnên dawî de 27 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên dawî de 27 çete hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên dawî de 27 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê yên hêzên teqwiye ji bajarên derdorê tînin Kobanê, li pêşberî berxwedan û çalakiyên YPG/YPJ'ê tên şikandin. Di pevçûnên duh bi şev ên li eniyên rojhilat, başûr û başûrrojhilat de herî kêm 27 çete hatin kuştin. Li eniya başûr çeteyek jî bi saxî hat girtin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 79'an de dewam dike û got, "Şervanên me YPG/YPJ'ê, çeteyên ku hêzên teqwiye û çek ji Rakka, Minbic û Cerablûsê tînin û êrîş dikin têk dibin û li dijî komên çeteyan çalakî û êrîşên xwe didomînin."
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê de ev agahî li ser encamên şer û pevçûnên dawî yên li Kobanê de hat dayîn:
LI ENIYA ROJHILAT 9 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Duh bi şev li eniya rojhilat li herêma Kaniya Kurdan komek çete xwest ku êrîşekê bike, lê ket kemînê. Li vê derê 3 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin û çeteyên din jî reviyan. Li heman eniyê tevahiya şevê li çend nuqteyên cûda şerê dem kurt qewimî. Di vî şerî de 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
ENIYA BAŞÛR, BAŞÛRROJHILAT
Li eniya başûr-rojhilat li taxa 48'an çeteyan hewldan bi wesayîtek bombebarkirî êrîşek întixarî pêk bînin. Hêzên me beriya êrîşê ev yek ferq kirin û li cihê ku çete bi awayekî komî li hev kom bibûn ev wesayît ji dûr ve hat teqandin. Piştî teqînê li vê herêmê şer derket. Hejmara kuştî û birîndarên di teqînê de nehatin tesbîtkirin, lê di şer de 9 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî di navbera hêzên me û komên çete de li çend nuqteyan şer qewimî. Di şer de 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me li vê herêmê 7 keleş û 25 şarjorên wan, 8 bombeyên destan, 1 dûrbîn, 5 rext û cenazeyek çeteyan desteserkirin. Hêzên me endamekî çeteyan jî li herêma şer bi saxî girtin.
Çalakiyên hêzên me li derveyî navenda Kobanê jî dewam dike. Duh bi şev li ser rêya gundê Menîte li dijî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."