Yildirim: AKP biçe wê hizûr were

Wekîlê Serokatiya Komê yê HDP’ê Yildirim li Îzmîrê axivî û got, welat bi tirsê nayê birêvebirin.

Yildirim got ku, “Heke AKP biçe wê aştiya civakî were welat. Hê jî di kabîneya AKP’ê de darbekar hene.”
Di Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Îzmîrê Wekîlê Serokatiya Komê yê HDP’ê Ahmet Yildirim axivî.
Yildirim got çalakiya nobetê ya ku li Amedê hatibû destpêkirin ketiye roja 24’an û got, “Dema me plansaziya vê nobetê kir, me bi nobetên parlementerên xwe dest pê kir. Me texmîn nekir ku wê pergal evqasî ji nobeta Amedê bitirse. Me dizanibû ku wê hin tiştan qedexe bikin, lê di gaveke wisa de ev evqasî tirsiyabin, bi vê tirsê nikarin welat bi rê ve bibin.”

‘DEMA WÊ YA SIYASÎ QEDIYA’

Yildirim got ku, “AKP êdî dema xwe tijî kiriye. Dixwaze desthilatdariya xwe bi şer bidomîne. Dema di 7’ê Hezîranê de desthilatdariya wan ji destê wan derket, dest bi kaosê kirin. Lê heke AKP ji ser desthilatdariyê rabe wê tiştên baş pêk werin. AKP biçe wê aştiya civakî pêk were. AKP biçe wê êdî dayîk negirîn, wê kesên îxracbûyî li karên xwe vegerin wê li vî welatî gul vebin.”

‘AKP MARÎPIŞTA SIYASÎ YA DARBEYÊ YE’

Yildirim diyar kir ku lingê siyasî yê darbeyê hê jî nehatiye ronîkirin û got:

 ‘’AKP marîpişta siyasî ya darbeyê ye. Hê jî di kabîneyan de darbekar hene. Di komên meclîsan de, di nav şaredaran de ên bi darbeyê re têkildar hene. Dema ku dema we ya pewirê qediya wê wê têxin hicreyên yek kesî, wê cil û bergên ku niha dixwazin bi zorê li girtiyan bikin, wê li we bikin. Têkiliya AKP’ê û avadaniya paralel weke goşt û neynûkê ye. Hevkariya wana hevkariya mêtinê bû. Kanên vî welatî bi hevkarî dixwarin.’’

 ‘LI DIJÎ HEMÛ TIŞTÊN KURDAN TALANKER IN’

Yildirim li ser hilweşandina Heskîfê jî got, ‘’Divê hûn li wir dîrokê, çandê, qadên çandiniyê nekin qurbana projeyên enerjiyê. Nêzîkatiya van a bi dînamîtê ya li Heskîfê nêzîkatiya wan a li çand, dîrok, zimanê me ye. Li dijî hemû tiştên Kurdan talanker in.’

Serokwekîlê HDP’ê Ahmet Yildirim spas da gelê Îzmîrê ku di nobetê de ew tenê nehiştin, her wiha spasî da dînamîkên bajêr û rêxistinên civaka sivîl jî.