Yên Kobanê neterikandin
Yên Kobanê neterikandin
Yên Kobanê neterikandin
Li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, berxwedana destanî roj bi roj mezin dibe. Sivîlên li nava bajêr dijîn jî, tevî şerê giran û mercên zehmet ên zivistanê, bi biryar in ku Kobanê, xaka xwe neterikînin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî, ne tenê ewlekariya sivîlan, pêwîstiyên jiyanî yên sivîlan ji pêwîstiyên xwe girîntgtir dibînin.
-Wesayîtên bombebarkirî û topên hawanê zerareke mezin dane bajêr. Avahî, rê û gelek wesayîtên mirovan hilweşiyane, nema dikarin bên bikaranîn.
-Hema hema li her kolanê, topên hawanê yên neteqiya ne, tên dîtin.
-Li bajêr, ji bo wesayîtên YPG/YPJ'ê dikanên lastîk û tamîrê hene. Welatiyên li van dikanan dixebitin, li eniya paş a şer kedeke mezin nîşan didin.
-Şaredariya Kobanê he roj bi rêk û pêk çopê kom dike. Kedkarên Şaredariyê li gel vî karî, av û xwarina YPG'ê ji bo sivîlan veqetandiye, ji welatiyan re dibin. Jeneratorên elektrîkê yên xerabe tamîr dikin, ji bo jenaratorên germkirin û elektrîkê, mazotê belav dikin.
-Fikar bingehîn a sivîlên li rojavayê bajêr dijîn, ewlekariya jiyanê ye. Ji ber topên hawanê yên çeteya DAIŞ'ê, malên wan zerarê dibînin. Dayik dibêjin ew ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Bêguman di gelek mijarên bingehîn ên weke derman, xwarin, germkirin û kincan de kêmasiyên cidî hene. Lê belê sivîlên Kobanê dema behsa fedekariyên şervanên YPG/YPJ'ê dikin dibêjin, "Li pêşberî van fedekariyan em naxwazin behsa wan kêmasiyan bikin. YPG ji xwe di van mijaran de hemû derfetên xwe pêşkêşî me dike." Jineke bi navê Emîne Şêxo tîne ziman, ku YPG'yî alîkariyên av, xwarin, derman, kel û melên germkirinê û kincan destpêkê li wan belav dikin û dibêje, "Piştî ku li me belav dikin, eger tiştek ji ber dimîne ji xwe re dibin. Eger nemîne, bi ya di destê xwe de îdare dikin. Ji ber vê yekê em naxwazin pêwîstiyên xwe yên xwarin, derman, germkirinê derxînin pêş. Yekane daxwaza me paqijbûyîna Kobanê ji çeteya DAIŞ'ê ye û dawîanîna li êrîşên bi topên hawanê yên zarokên me hedef digirin e.
Sivîlên li Kobanê ji me re diaxive, mijara destpêkê ya balê dikşîne ser, êrîşa DAIŞ'ê ya 29'ê Mijdarê ye, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin. Sivîlên Kobanê li dijî dewleta Tirk a deriyên xwe li DAIŞ'ê vekiriye, bi hêrs in. Destnîşan dikin, ku dewleta Tirk bi vekirina deriyê xwe li DAIŞ'ê re li hemberî wan ketiye nava hewldana komkujiyê.
-Yûsûf Elî Etto û hevjîna wî Ferîde Omer, di rojên pevçûnên herî dijwar ên Kobanê de jî, bajar neterikandine. Di heman demê de hejmareke zêde pezê xwe jî xwedî dikin. Yûsûf Etto dibêje, "Welatê me şêrîn e, em dest jê bernadin" û tîne ziman ku ji ber şer ew nikarin êm bidin heywanên xwe. 5 zarokên wan jî ew nehiştine û li cem wan mane. Dema em bi wan re diaxivin, şervaneke YPJ'ê tê û dema dibîne di piyê dayika Ferîde de gore nîne ji cem me diçe û bi cotek gore vedigere. Dayika Ferîde ji şervana YPJ'ê re dibêje, "Hûn li me nefikirin. Pêwîstiya we bi vê gorê heye" û naxwaze jê bigire. Lê belê şervana YPJ'ê bi israr goreyê dide dayikê. Dayika Ferîde dibêje, "Me Kobanê neterikand, ji ber ku her cihê YPG lê ye ewle ye" û baweriya xwe ya bi şervanên YPG/YPJ'ê nîşan da.
- Û niha Kobanê zarokatî ye, bi pîxwasî di nava serma zivistanê de, di nav topên hawanê de lîstin e. Li gel hewa sar, bi kincên tenik û şimika di lingan de, nîşaneya serketinê dikin. Dema em pirsa 'Hûn dikarin lîstikan bilîzin?' ji wan dipirsin dibêjin, "Dema em hewl didin bilîzin, topên hawanê diavêjin. Carna dema neavêjin em dilîzin lê wexta topan diavêjin em dîsa disekinin."
-Li Qada Aştiyê peykerê legleg a spî û nivîsa "Qata Aştî" li dijî vî şerê giran, li ser biyan e.