Yên ji bo mirovahiyê ketine ser rê...

Yên ji bo mirovahiyê ketine ser rê...

Zsuzsa Nogo ya ji Macarîstanê, ku kengî bi êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê hesiya berê xwe da Pirsûsê got, "Ji bo mirov li dijî şer derkevin, pêwîstî bi polîtîkbûyînê nîne. Li vir têkoşîna mirovahiyê heye. Divê her kes destekê bide vê."

Li gel berxwedana dîrokî ya Kobanê li Pirsûsê jî berxwedana gel a li Mehser û Misenyterê dewam dike. Li gel berxwedêrên ji çar parçeyên Kurdistanê, piştevaneke ji welatê Macarîstanê di berxwedanê de cih digire. Zsuzsa Nogo ya ji Macarîstanê, kengî bi êrîşa çeteyan û berxwedana li hemberî vê hesiya, berê xwe da Pirsûsê.

'EZ Ê BÊHTIRÎ YA JI DESTÊ MIN TÊ BIKIM'

Nogo got, "Der heqê Kobanê de gelek tişt dihat gotin. Ji ber ku bersiva herî rast ez ê li vir bibînim, hatim vir. Dixwazim demekê li vir bimînim." Nogo da xuyakirin ku ew heyrana berxwedana li Kobanê ye û got, "Gelekî kêfxweşim ku hatime vê derê. Mexdûrên herî mezin ê şer, zarok in. Ez hewl bidim ji bo wan, bêhtirî ya ji destê min tê bikim."

'LI VIR DÎROK TÊ NIVÎSANDIN'

Nogo da xuyakirin ku ew li dijî şer e û got, "Ji bo dijderketina li şer, polîtîkbûyîna mirovan ne pêwîst e. Li vir têkoşîna mirovahiyê heye. Divê her kes destekê bide vê û çeteyan protesto bikin. Ez jî, ji ber hem di warê însanî, hem di warê siyasî hem jî ji aliyê ruhî ve ji Kobaniyan bawer dikim, li vir im. Li vir dîrok tê nivîsandin. Ez jî dixwazim bibim şahid û parêzvanê vê. Bang li her kesî dikim ku bên vê derê. Ez ê bi şev li ser sînor nobedê bigirim. Bi roj jî li depoya alîkariyê ji bo Kobaniyan bixebitim."