Yekîneyên Tolhildanê ji bo berxwedana zindanê çalakî li dar xist

Yekîneyên tolhildanê berxwedana zindanan silav kirin û li dijî polîs û gardiyanan çalakî kirin. Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz berxwedana zindanan silav kirin.

Yekîneyan daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, “Her Kurd ji bo rûmet û azadiya xwe li ku be divê ji wir tevlî nav pêngavê bibe.

Di 7’ê Kanûnê de li Tetwana Bedlîsê nêzî peravê bi bombeyên destan û çekên ferdî li dijî polîsên Tirk çalakiyek li dar xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin dijminek hate cezakirin û sê polîsên dijmin birîndar bûn. Yekîneyên me bi selametî ji qadê derketin.

Di 6’ê Kanûnê de li yekîneyên me li Taxa Cevatpaşa ya Bayrampaşaya Stenbolê bi çekên ferdî li gardîyanekî da û ew birîndar kir. Ji bo ku ev gardiyan li girtîgehan nebe amûra polîtîkayên qirêj hate hişyarkirin.”