Yekîneyên Amedê yên YCWK'ê stasyona bazê îmha kirin

Yekîneyên Amedê yên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku wan stasyoneke bazê îmha kirine.

YCWK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di çarçoveya pêngava 'Em bi têkoşînê bibin yek, bi Rêber Apo azad bibin', li ser rêya Amed/Bismilê li hemberî stasyoneke bazê 15'ê Adarê saet di 01:10'an de yekîneyên me çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de stasyona bazê bi temamî îmha bû."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin bê zanîn ku her tiştên hêzên mêtinger ên li Kurdistanê wê di hedefa me de bin û di heman demê de em ê bersiveke tund bidin nokeran."