Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li Stenbolê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li Stenbolê rêze çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku li Stenbolê li dijî dagirkeran rêze çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“3’yê Çileyê li Taxa Gazî yekîneyên me yên ku kesê bi navê Laz Elî yê bazirganiya madeyên hişber dike hişyar kiribû, çalakiyek kirin. Li dijî wesayîta kesê hatibû hişyarkirin çalakiyek hate kirin û wesayît bi temamî bêkêr bû. Kesê mijara gotinê ji taxê reviya.

9’ê Çileyê li sîteya pîşesazî ya Sanko li dijî wesayîteke barhilgir a girêdayî şirketekê ku di warê malî û lojîstîkê de destek dida AKP-MHP’ê çalakiyek hate kirin û TIR bi temamî şewitî û bû xwelî. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi dirûşmên ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ qîrkirin û ji herêmê veqetiyan.

12’ê Çileyê jî yekîneyên me li taxa Karadenîz bombeyeke deng avête navendeke ya xumarê. Navenda xumarê bêkêr bû.”