Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê çalakiya sabotajê kir

Komeke ku ji xwe re "Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz" dibêje, diyar kir ku endamên wan li Stenbolê li dijî atolyeyeke "faşîstan" bi rêbaza sabotajê çalakiyek kirine û atolye şewitandine.

Komê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Di 23'ê Sibata 2020'an de li taxa Tepeustu ya Umraniyeyê, yekîneya me atolyeya faşîstan bi çalakiya sabotajê şewitandin."

Yekîneya Tolhildanê ragihand ku xisar li kargehê û wesayitan bûye û hişyariyeke bi vî rengî da: "Her qada jiyanê ya hevkaran di hedefa me de ne." Komê diyar kir, heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe wê bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin.