Yek ji destekvanê DAIŞ'ê Tirk e
Yek ji destekvanê DAIŞ'ê Tirk e
Yek ji destekvanê DAIŞ'ê Tirk e
Hat ragihandin ku yek ji 11 kesên bi hinceta alîkariya fînansman û endaman dane çeteyên DAIŞ'ê rastî pêkanînên DYA tên, Tirk e.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya DYA de hat diyarkirin ku ji ber alîkariya malî û malzeme dane DAIŞ, El Nûsra, El Qaîde, komên bi van ve girêdayî û Cemaetî Îslamiye ya navenda wê li Başûrrojhilatê Asyayê ye, di şandina şervanên biyanî de rol lîstine organîzasyonek û 11 kes li "lîsteya terorê" hatine bicihkirin. Hat ragihandin ku biryar parçeyek ji pêşnûmeya têkoşîna li dijî "şervanên biyanî" ya BMGK ye.
Hat diyarkiri ku di nava lîsteya reş a Wezareta Xezîneyê de welatiyê Tirk ê ji Puturge ya Meletiyê Fatîh Hasar ê 25 salî jî heye. Der heqê Hasar ê ku weke "Ubeyd Turkî" jî tê naskirin de, sûcdariyên pere şandiye hêzên tund ên li Afganîstan û Pakîstanê, koordîneya transfera bi sed hezaran pere ji bo endamên El Qaîdeyê dike, tên kirin. Hat diyarkirin ku Hasar ji bo fînansekirina baskê El Qaîdeyê yê Sûriyeyê El Nûsra, di transfera pere de rol lîstiye.