'Yê ders dernexistiye Davutoglu ye’
'Yê ders dernexistiye Davutoglu ye’
'Yê ders dernexistiye Davutoglu ye’
Hiqûqnas Ergîn Cînmen û Selçûk Kozagaçli ku der barê tehdîda Ahmet Davutoglu ya têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya ‘Ger gelê me teşwîqî şîdetê bê kirin, wê zirara vê şîdetê li kesên ku banga şîdetê dikin bê kirin. Ji van bûyeran ders nayê derxistin’ de axivîn û gotin: “Ev usluba Davutoglu ya der barê HDP û Kurdan de nîşan dide ku wî ji paşerojê qet ders dernexistiye.” Cînmen û Kozagaçli bang li hikûmetê kirin ku demildest dest ji zimanê şer berdin.
Parêzer Ergîn Cînmen da zanîn ku nêzîkatiya Davutoglu ya der barê HDP’ê de ne di cih de ye û hat gotin ku ger dest ji vê uslubê neyê berdan wê ev alozî mezintir bibe. Cînmen diyar kir ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya der barê ku çalaki û meşan de heye û wiha got: “Ji ber vê yekê jî banga HDP’ê ya 1’ê Mijdarê di cih de ye. Ya esas ger tu bi şîdetê nêzî van meşan bibî tê sûcdar derkevî.” Cînmen bi lêv kir ku rayeya serokwezîr û walî ya astengkirina meşan tune ye.
DIVÊ DEST JI PÊKANÎNAN BERDE
Cînmen destnîşan kir ku di rojên dawî de li dijî tevgera Kurd û HDP’ê zimanekî tund û biçûkxistî tê bikaranîn û bi lêv kir ku ne meşên tên kirin, ev zimanê ku tê bikaranîn pêvajoyê dike astengiyê.Cînmen da zanîn ku beriya her tiştî divê PKK’ê wek rêxistina terorê nebînin û ev li dijî pêvajoyê ye.
JI HER TIŞTÎ DAVUTOGLU BERPIRSE
Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçuk Kozagaçli jî da zanîn ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dane û da zanîn ku divê cîhan xwedî li vê berxwedanê derkeve û ji vê xwezayîtir tu tişt tune. Kozagaçli bi lêv kir ku gotinên ku Serokwezîr Davutoglu aniye ziman HDP’ê nîşan daye ku ku Davutoglu ji bûyerên berê ders dernexistiye.Ji ber hemû bûyerên ku pêk bên serokwezîrê ku ev daxuyanî daye berpirse.”