‘YBŞ navê ji dîrokê ders derxistinê ye’
‘YBŞ navê ji dîrokê ders derxistinê ye’
‘YBŞ navê ji dîrokê ders derxistinê ye’
YBŞ a ku di 3’ê Tebaxê de piştî ku DAIŞ’ê Şengal dagir kir hat avakirin bû hêviya civaka Êzidî. Ji fermandariya YBŞ’ê Dilşêr Herekol da zanîn YBŞ navê ji dîrokê ders derxistinê ye û got: “YBŞ li dijî qirkirina civaka Êzidî hatiye avakirin û li qûntarên çiyayê Şengalê mewziyên xwe girtin û mîsyona xwe tînin cih.
Herekol da zanîn ku YBŞ tevî ku paşerojeke wê ya kurt heye jî serketinên mezin bidest xistine.
Herekol der barê YBŞ’ê serketin û girîngiya wê de axivî.
Hûn dikarin avakirina YBŞ’ê hinek vebêjin?
Li Kurdistanê ji ber ku gelê Şengalê bêyî parastin bû avabûna YBŞ’ê ferz kir. Heta niha dewletek, an jî hêzeke statukoyê ew neparastine. Dema dikevin zorê van gelan terk dikin. Hêzên dewletê ji bo vê berdêlê nadin. Bi giştî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ji bilî jî piranî nirx û berjewendiyên gel piştguh dikin.
Li ser Rojhilata Navîn gelek hesab tên kirin. Her tim dixwazin ji nû ve dîzayn dikin. Ji ber vê jî şer her tim heye. Di hawireke wisa de hêzek ku parastina wê ya xweser tunebe her tim bi tehdîda komkujiyê re rû bi rû ye. Bi taybet jî li herêma ku gelê me yê Êzîdî heye her tim ev xetere heye. Li dijî vê em neçar man vê parastina xweser ava bikin. Di esas de beriya vê komkujiya dawî xebatek me hebû. Me xetereya li dijî Şengalê berê ferq kir. Li ser vê me hinek xebat jî meşandin.
Gelê Êzîdî çawa nêzî YBŞ’ê bû, tevlî bûn îro çawa ye?
Êzîdî di dîrokê de gelek caran hêviyê wan hatine şikestin. Baweriya wan nemaye. Ew jî di nava YBŞ’ê de hene, zarokên wan jî têde hene. Dema tehdîdek hebe ev bernadin û narevin. Ji ber ku di hundir de, xwişk û bavê wan hene, mewziyên xwe bernadin û naçin. Beriya komkujiyê hêzên hatibûn vir îdîa dikirin ku wê vir biparêzin. Lê piştî çeteyên DAIŞ’ê hatin wan Şengal berda û reviyan. Piştî komkujiyê derket holê ku tu hêzên derve Êzîdiyan naparêzin. Baweriya ku dan hêzên statukoyê yên Şengalê careke din têk çûn. Roja komkujiyê ev zelaltir bû. Derket holê ku partiyên desthilatdarî û dewletê Êzîdiyan naparêzin. Bi avabûna YBŞ’ê re ji bo gelê Êzîdî hêvî çêbû. Ev hêzek ji wan e. Hêzeke ku xwedî li rûmeta xwe derdikeve ye.
YBŞ’ê bi Êzîdiyan re hêviyek mezin afirand. YBŞ’ê navê ku divê ji dîrokê ders bê derxistin. Komkujiya pêk hat tirsek mezin afirand. Bi berxwedana YBŞ’ê ev tirs hat parçekirin. DAIŞ ji derve ve pir hatibû mezinkirin û hêzên ku piştgirî didan DAIŞ’ê tiştekî wisa belav dikin. Dema li vir şer pêş ket û darbe li çeteyan hat xistin, her kesî dît ku DAIŞ gurekî ji kaxizê ye. Bi berxwedana YBŞ’ê hêvî çêbû û tevlibûn her diçin zêde dibin.
YBŞ ji bo parastina deh hezaran gelê li çiyayê Şengalê çawa li ber xwe dide?
Êrîşên çeteyan li ser esasê komkujiya ku di Tebaxê de nîvco maye temam biken. Ev berdewama komkujiyê ye. Hesabên DAIŞ’ê negirt. DAIŞ’ê dixwest ala xwe li çiyayê Şengalê biçiqîne lê li dijî berxwedanê hesabê wan xera bû. Ji ber vê jî êrîşên ku niha pêk tên jî berdewama van êrîşan e. Li her çar aliyê Şengalê pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Çeteyan darbeyên giran girtin. Bila dost û dijmin vê baş bizane ku DAIŞ wê nikaribe ala xwe li çiyayê Şengalê biçikîne.
YBŞ ji bo rizgariya Şengalê wê rolek çawa bilîze?
YBŞ hêzeku ku nû hatiye avakirin. Tevî vê gelekî pêş ketiye. Em ê heta dawiyê gelê xwe yê Şengalê biparêzin. Ji bo rizgarkirina Şengalê bi hêzên din re, bi HPG û kesên din ên dixwazin tevlî têkoşînê bibin re em ê pêngav bi pêngav Şengalê azad bikin. Armanca me azadkirina Şengalê ye. Ji ber vê jî wê têkoşîn û berxwedan pêş bikeve. Ez aşkera vê bêjim wê hewesa hinekan di dilê wan de bimîne. Em ê ji bo axa Şengalê heta dawiyê têbikoşin.