Yaşik: Bi dengekî gelek tişt tê guhertin
Hevserokê DBP’ê ya Edeneyê Mehmet Yaşik bang li wan hilbijêrên kir, ku difikirin dengê xwe nadin û got “Bi dengekê gelek tişt tê guhertin. Divê gelê me li gorî vê tevbigere û dengê xwe bide.”
Hevserokê DBP’ê ya Edeneyê Mehmet Yaşik bang li wan hilbijêrên kir, ku difikirin dengê xwe nadin û got “Bi dengekê gelek tişt tê guhertin. Divê gelê me li gorî vê tevbigere û dengê xwe bide.”
Sibê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê destpê dike. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Edeneyê Mehmet Yaşik bang li wan hilbijêran kir ku difikirin ku dengê xwe nedin û got; “Bi dengekî gelek tişt tê guhertin. Rêveberiya yek zilam û bi tifaqa Cûmhûr re welat ber bi taritiyekê ve dibin. Bi vê yekbûyînê re pirsgirikên aborî gelek zêde bûn. Gel êdî nikare firingî û pîvazan bikire.”
Yaşik diyar kir ku sekna li dijî vê tifaqê ji aliyê hêzên demokrasiyê ve tê nîşandan û wiha domand; “Di vê hilbijartinê de armanca me ew e ku em hemû qeyûmên li Kurdistanê bişînin cihê ku jê hatine û dîsa rêveberî bikeve destê gel. Divê li bajarên Tirkiyê piştgirî ji bo namzetên hevpar ên Hêzên Demokrasiyê were dayîn. Armanca me ew e ku li Kurdistanê beriya ku qeyûm were tayînkirin 96 şaredariyên me hejmara wan bikin 150’î. Gel ji me dixwaze ku em pêngavên ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi paş ve vekişîn bavêjin. Em jî ji bo wê kar dikin.”
‘HER DENGÊ KU NEYÊ DAYÎN, WÊ BIBE GULE Û LI GEL VEGERE'
Yaşik got êdî ketina qonaxa dawî ya xebatên hilbijartinê û wiha domand; “Ez bang li wan pêkhateyan dikim ku bê biryar in û difikirin ku dengê xwe nedin dikin, ez bang li gelê me dikim; Her dengê ku hûn nedin dengê ji bo tifaqa Cimhûr e. Dengek gelek tiştan diguherîne, divê gelê me bi vê zanebûnê tevbigere û li gorî wê dengê xwe bide.” Yaşik gotina Serokkomarê Tirk ‘Bihayê fîşekekê çiqas e' bi bîr xist û got; “Her dengê ku neyê dayîn geşkirina şer e û reşandina guleyan a li gel e”
Yaşik got, çi dibe bila bibe divê 31’ê Adarê her kes biçe ser sindoqê, dengê xwe bide û wiha gotinên xwe bi dawî kir; “Em bawer in ku sibeha 1’ê Nîsanê em ê ji bo biharekî rast ji xew rabin. Em ê qeyûman ji bajarên xwe bişînin û şaredariyên xwe dîsan bikin bin xizmeta gel de.”