Yarka yê AKP'yî malbatên Şirnexiyan çavtirsandî dike, ji AKP'ê re dengan dixwaze

Mehmet Yarka ê AKP'yî ku bi dagirkirinê dest li ser Şaredariya Şirnexê danî, li Stenbolê karsazên Şirnexî yên Stenbolê çavtirsandî dike û ji Bînalî Yildirim re dengan dixwaze.

AKP ya ku bi darbeyekê encamên hilbijartina 31'ê Adarê ya Stenbolê betal kirî, niha jî, ji bo ku 23'yê Hezîranê li Stenbolê bi ser bikeve, her cure zilm û zordariyê dike. Hemû rêxistinên navçe û bajaran ên Kurdistanê yên AKP'ê li Stenbolê kom bûne û bi rêya gefê bi ser Kurdên Stenbolê de diçin da ku dengên xwe bidin namzetê AKP'yê yê Stenbolê Bînalî Yildirim.

Yek ji van kesê ku li Stenbolê gefan li Kurdan dixwe jî Mehmet Yarka ye ku bi terora dewletê li ser navê AKP'ê dest li ser Şaredariya Şirnexê daniye û hatiye navçeya Fatîhê ya Stenbolê. Yarka bi navbeynkar A.S re bi ser otêlan, restauran de  de digire, dibêje, heke problemên wan bi şaredariyê re hebin ew dikarin çareser bikin û di ber vê jî dengan ji bo AKP'ê dixwaze.

'LI GORÎ DENGAN EM Ê ALÎKAR BIN'

Kurdekî ku li restaurantê dixebitî got Yarka bi kesên çekdar ên li dora xwe hatiye restaurantê, li benda xwediyê kargehê maye û piştre li gel A. S yê li cem têkilî hilbijartinê axiyiye. Xebatkarê restaurantê got Yarka 4 hezar lîre ji bêrîka xwe derxistiye, piştî ku pê derdixe ku xebatkaran ew dîtiye, A.S biriye cihekî ku kamera nabîne. Xebatkar têkilî axaftina Yarka û A.S got, ''Me bibe cem kargehên din ên wiha. Tu bi malbata xwe re axivî? Ew jî dizanin bê ka wê dengê xwe bidin kê ne''  Xebatkar got, Yarka piştî axaftina bi xwediyê kargehê re ji restaurantê derketiye.

Xebatkar got, wan xwestiye ku deng û dîmen bigirin lê ji ber ku kesên zêrevan hebûn nekarîn vê bike û domand, ''Wekî şaredarê Şirnexê ye bila ji bo Şirnexê bixebite. Çi karê wî li Stenbolê heye? Dixwazin Kurdan çavtirsandî bikin. Ji b ku Kurdên ku piraniya malbatên wan li Şirnexê ne çavtirsndî bikin, vê dikin.''