'Xwestin Kobanê dagir bikin, lê nekarî bikin'
'Xwestin Kobanê dagir bikin, lê nekarî bikin'
'Xwestin Kobanê dagir bikin, lê nekarî bikin'
Şervanên YPG/YPJ'ê yên êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 29'ê Mijdarê ya bi maşînên bombeyî û tankan şikandin, derbên giran li çeteyan dan. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya başûrrojhilat êrîşa DAIŞ'ê pûç kirin, hin nuqte jî ji çeteyan paqijkirin. Şervanê YPG'ê yê li vê eniyê Rojvan Kobanê da xuyakirin, ku di 29'ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ'ê bi desteka Tirkiyeyê xwestine Kobanê dagir bikin û got, "Dixwestin wê rojê Kobanê bi dest bixin. Lê nekarî bikin. Me jî bi êrîşa dijber bersiv dan û gelek nuqte ji destê wan derxistin."
Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ket roja 78. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 78 roj in dikin, bi vîna berxwedanê ya şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê tên şikandin. Êrîşa 29'ê Mijdarê ya di ser Tirkiyeyê re, yek ji hewldana herî mezin a êrîşên DAIŞ'ê bû. Di êrîşa bi maşînên bombebarkirî ya di ser Tirkiyeyê re li hemberî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat kirin de, çeteyên DAIŞ'ê di heman rojê de bi 4 maşînên bombebarkirî, çalakgerên xwekuj ên bi bombeyan û bi çekên giran tevahiya rojê êrîşî Kobanê kirin. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin pûçkirin, maşîna zirxî ya bombebarkirî ya li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, li ketina Kobanê teqiya.
TEVÎ ÊRÎŞÊN GIRAN JÎ NEKARÎN BI PÊŞ VE BIÇIN
Çeteyên DAIŞ'ê, aliyê Tirkiye jî di nav de ji 4 baskan ve êrîşî bajêr kirin. Yek ji van eniyan başûrrojhilat bû. Çeteyên DAIŞ'ê ji vê eniyê bi 2 maşînên bombebarkirî, 3 tank û çekên giran hewl dan êrîşî bajêr bikin. Maşînên bombebarkirî û 3 tankên wan, li vê eniyê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin îmhakirin. Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li eniya başûrrojhilat hat şikandin. Şervanên YPG/YPJ'ê li eniya başûr jî bi pêş ve çû. Şervanên ku maşînên bombeyî ji nêz ve îmha kirin, cihê xwe jî neterikandin û di cih de bersiv dan çeteyên DAIŞ'ê.
Li dû êrîşên DAIŞ'ê yên 29'ê Mijdarê em li çeperên YPG/YPJ ên li eniya başûr geriyan. Li çeperên pêş ên di berxwedana li eniya başûr de pevçûnên giran lê qewimîn, dijwariya van pevçûnan bi hêsanî tê dîtin. Gelek mal û kolan, ji ber hawan û guleyên tankê yên çeteyên DAIŞ'ê, xera bûne. Tevî êrîşên giran ên DAIŞ'ê jî, şervanên YPG/YPJ li vê eniyê pêşketineke mezin bi dest xistin.
HER YEK JI WAN FEDAÎ NE
Şervanên YPG/YPJ ên li vê eniyê, mîna eniyên din bêrawestan û bi rûkenî her li ber xwe didin, dema me dibînin bi kêfxweşî û moraleke mezin me pêşwazî dikin. Şervanên li vê eniyê hem karê xwe yê rojane dikin hem jî bi dîsîplîneke xurt bersivê didin êrîşên DAIŞ'ê. Her yek ji wan mîna fedaiyekî, wezîfeya jê re hatiye dayîn bicih tînin.
YEKANE RÊYA HEBÛNÊ BERXWEDAN E
Şervanên YPG/YPJ'ê, ji bo xwe ji segvanên li vê eniyê biparêzin, bi korîdora di navbera avahiyan de tevdigerin. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, van kêliyan bi rûkenî vedibêjin. Her çend bi xemgînî behsa hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dikin jî, destnîşan dikin ku wan ji bo dozeke mafdar, ji bo xaka xwe li dijî êrîşên hov biparêzin, jiyana xwe ji dest dane. Diyar dikin ku bêyî dayîna berdêlan, bi desxistina destketiyan ne pêkan e. Li gel şer û pevçûnên rojane, şervanên YPG/YPJ'ê bi analîzên xwe yên li ser rewşa Rojhilata Navîn, polîtîkayên navneteweyî, berxwedana Kobanê balê dikşînin. Hemû şervan destnîşan dikin, ku yekane rêya hebûn û parastina mafan ji neheqiyê, berxwedan e.
'XWESTIN KOBANÊ BI DEST BIXIN'
Şervanê YPG'ê Rojvan Kobanê yê li yek ji çeperên pêş ên eniya başûrrojhilat e anî ziman ku çeteyan xwestine di 29'ê Mijdarê de Kobanê bi dest bixin û got, "Bi desteka ji Tirkan wergirtî re, xwestin deriyê sînor bi dest bixin. Bi bersiva hevalan a li wir re negihaştin armanca xwe. Xwestin li vir jî bi maşîna bombebarkirî êrîş bikin. Ew maşîn jî li vir ji aliyê hevalan ve hat îmhakirin. Tiştek bi hevalan nehat. Li vir jî êrîşên wan hatin şikandin. Xwestin wê rojê Kobanê bi dest bixin, lê nekarî bikin. Me jî bi êrîşên dijber bersiv dan wan û gelek nuqteyên di destê wan de, rizgar kirin."