Xwendevanên Kurd standa çand û perwerdehiyê vekirin

Xwendevanên Kurd li Stûttgartê di 'Festîvala Havînê ya Çandan ' de ya ku her sal tê lidarxistin, stand vekirin.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê 'Festîvala Havînê ya Çandan’ (Sommerfestival der Kulturen) ya ku her sal tê lidarxistin, di 11 'ê Tîrmehê de dest pê kir. Festîvala Havînê ya ku wê heta 16'ê Tîrmehê berdewam bike, dixwaze çandên cihê bîne ba hev û jiyanê dewlemendtir bike.

Di çarçoveya festîvalê de, di standan da yên ku hatine vekirin, bernameyên çandê û gelek çandên cihê hene.

Di festîvalê de Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) û Yekîtiya Jinên Xwendevan ên Kurdistanê (YJXK) standa Çand û Perwerdehiyê vekirin. Endamên YXK û YJXK'ê çanda Kurd didin naskirin.

Xwendevanan di standa ku vekirin de cih dane pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nasnameya Kurd û çanda Kurd. Xwendevanan diyar kirin ku ew qala têkoşîna gelê Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn dikin.