Xwendekarên zankoyê Aydin Erdem bi bîr anîn
Xwendekarên zankoyê Aydin Erdem bi bîr anîn
Xwendekarên zankoyê Aydin Erdem bi bîr anîn
Xwendekarê Zankoya Dicle Aydin Erdem ku li Amedê bi guleya polîsan hate qetilkirin bi boneya 4. salvegera roja jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê xwendekarên zankoyê yên li Kurdistan û Tirkiyê hate bi bîr anîn. Xwendekaran 6’ê Kanûnê weke “Roja Tekoşîna li Dijî Polîsan” bi nav kirin.
AMED
Komeleya Xwendekarên Azad yên Zankoya Diclê (DUO-KER) bi boneya salvegera qetilkirina hevalê xwe Aydin Erdem li Fakulteya Perwerdeyê hetin gel hev. Meşa ku xwestin bi posterên Erdem yên di destê wande li Fakulteya Perwerdeyê bikin polîsan destûr neda.
Xwendekar piştre çûn Fakulteya Fenê li refa ku Erdem lê dixwend bîranîn pêk anîn. Piştî çalekiya bîranînê li pêş Fakulteya Fenê li ser navê DUO-DER’ê Ozgur Çoban daxuyanî da û wiha got: “Li vî welatê ku Aydin Erdeman, Mahsum Karaoglanan , Medenî Yildiriman, Şahîn Onerlerin hatine qetilkirin tenê tiştekî ku ciwan biken maye. Ew jî bi tekoşîn kirinê ji kujeran hesab pirsîne. Em weke xwendekanrên DOU-DER’ê bi rûhê 68’an wê polîsan bi qewitînîn. Roja 6’ê Kanûnê ku weke “Roja Tekoşîna li Hemberî Hebûna Polîsan li Zankoyan” me bi navkiriye bila hemû raya giştî û zanko bizanin.”
STENBOL
Federasyona Komeleya Xwendekarên Demokratîk (DODEF) û Meclisa Ciwanên HDK’ê girêdayî çalekiya bîranînê a sibê li pêş bînaya Rêxistina HDP’ê a Navçeya Beyoglu civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamê DODEF’ê Su Oncu û endamê Meclisa Ciwanên HDK’ê Seda Karakaş û Ridvan Ozturk tevlî bûn.
Endamê DODEF’ê Oncu bal kişande ser roja 6’ê Kanûnê ku Aydin Erdem hatiye qetil kirine ji bo wan pir giringe û wiha got: “Bi boneya vê salvegerê em weke destpêka tekoşîna hebûna polîsan a li zankoyan îlan dikîn. Li ser vî bingehî em hemû komele û pêkhateyên girêdayî federasyonê bi bi dirûşma ‘bi rûhê 68 derxistina polîsan ji zankoyan derxîn’ 6’ê Kanûnê bi vegerînîne roja tekoşînê.”
WAN
Li Wanê endamên Komeleya Xwendekarên Zankoya Yuzuncu Yılê di salvegera qetilkirina Aydin Erdem de meşek pêk anîn. Bi sedan xwendekarên ku li pêş Yurda Melikşah a KYK’ê civiyan bi çepik û zilgitan ber bi Xaringeha Navendî ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Hevalê Aydin bê mirine”, “Fatih polîs wê hesabê bide”, “ me Şerzaniyan, Îsmaîlan ji bîr nekiriye” meşiyan.
KARS
Li Komeleya Xwendekarên Welatparêzên Kafkasê a Kars’ê (KA-YODER) Aydin Erdem di salvegera qetikkirina wî de bi bîr anîn. Xwendekarên ku li pêş Fakulteya Perwerdeyê hatin gel hev, li vir daxuyaniya xwe dan û ber bi bînaya rektoriyê ve meşiyan.
Li pêş bînaya Rektoryê li ser navê KA-YODER’ê Aydin Yilmaz daxuyanî da wiha got: “Wê ronahiya Aydinan pêşiya me ronî bike."
MÊRSÎN
Zankoya Meclisa Xwendekarên Ciwanên Welatparêzên Demokratîk a Mêrsînê (DEM-YOM) bi boneya 4. Salvegera qetilkirina Aydin Erdem li Kampûsa Çiftlîkoyê li pêş Fakulteya Edebiyatê a Fenê heya Meydana Komarê meşiyan. Meşa ku gelek xwendekar tevlî bûn pankartên weke “ rêya Aydinan wê riya me ronî bike”, “Aydin Erdem bê mirine” hatin hilgirtin. Li ser hev dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “kujer dewlet wê hesabê bidin.” Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn.
RIHA
Li komeleya Xwendekarên Zankoya Harranê (HODER) li Kampûsa Eyyub meşek pêk hat. Xwendekaran li ser hev dirûşmên weke “katîl polîs ji zankoya ve bi qewite” “ şehîd na mirin” qêriyan û meş li pêş Fakulteya Bîlim Teknîkê bi dawî bû.
ÇEWLIK
Komeleya Xwendekarên Zankoya Çewlikê (BUO-DER) ji bo Aydin Erdem çalekiya bîranînê pêk anîn. Xwendekarên ku li pêş Kafeterya Navenda Zankoya Çewlikê hatin gel hev posterên Aydin Erdem, Şerzad Kurt, Alî Îsmaîl Korkmaz hilgirtin ber bi Fakulteya Ziraatê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên weke “şehîd na mirin”, “Ciwanên Kurdistanê wê li hember faşîzmê serî ne tewînin” “Rê hevalê me Aydin bê mirine” “Bê Serok jiyan nabe” qêriyan.