Xwendekarên hiqûqê xwe ji hilbijartinê re kar dikin
Meclîsa Xwendekarên Hiqûqê ji bo ewlehiya hilbijartinê hemû pirsên li ser medya civakî têne ragihandin bi vîdeoyan dibersivînin û ji bo ewlehiya sendoqê xebatan dikin.
Meclîsa Xwendekarên Hiqûqê ji bo ewlehiya hilbijartinê hemû pirsên li ser medya civakî têne ragihandin bi vîdeoyan dibersivînin û ji bo ewlehiya sendoqê xebatan dikin.
Xwendekarên li ser medya civakî û li zanîngehan rêxistiniya xwe dikin ji bo 24’ê Hezîranê milikê xwe kirin. Meclîsa Xwendekarên Hiqûqê ku Adara 2017’an ava bûyî ji bo ewlehiya hilbijartinê dest bi kar kirin. Endamên meclîsê li şûna ku namzet an jî partiyekê biparêzin hewl didin ku hilbijartin bi şertên demokratîk pêk were.
Meclîsa Xwendekarên Hiqûqê linge muxalefeta civakî ya qada zanîngehan e. Endamên meclîsê diyar kirin ku hewl didin wan asteng bikin, an jî biçewisînin, azadiya ramanê ya tê naskirin tenê bi çarçoweya otorîteyeke diyar tê sînordarkirin û gotin 70 hezar xwendekar ên girtî, cezaxwarî hene û her roj hine dî jî digirin.
LI HÊLA HIQÛQÊ DISEKININ
Endamên meclîsê gotin di vê hilbijartinê de weke xebata ‘’ji min destûrê bipirse’ bi rengekî objektif nêz dibin, li şûna ku bibin aliyê partiyeke siyasî li hêla hiqûqê disekinin û gotin, ‘’Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hedefa me ya pêşî ewlehiya hilbijartinê ye. Ji bo vê li ser medya sosyal me vîdeoyek par ve kir û xabateke bi navê #OyunuTakipEt hashtag’ vekir. Mirovên ku di ser medyaya sosyal re xwe digihînin me em ji bo endamtiya desteya sendoqê û mişehidiyê dibine alîkar û li ser mijara tiştên ku divê wan bikin em rê nîşanî wan didin. Kampanya ji gelek qadan ve wê were rêvebirin. Derbarê hilbijartinê, li ser rêziknameyê bi zimanekî fesîh em ê vîdeoyan biweşînin. Piştî ku dîroka serlêdana ji bo peywirdarbûna ser sendoqê qediya, roja dawî jî be ji bo kesên ku bixwazin bibin mişahid em ê xebatan bikin.’’
XEBATÊN LI QADÊ JÎ WÊ BIKIN
Endamên meclîsê her wiha diyar dikin heta 24’ê Hezîranê jî ji bo ewlehiya sendoqê û li ser mijara guherîna rewşa pusulayan ew ê xebatê li qadê bikin û li kûdera Tirkiye dibe bila bibe li ser îhtîmala derî rêgezan tişta ku dive were kirin ew ê li ser medyaya sosyal agahdariyê bikin. Endaman her wiha gotin ew ê nûçeyên ku ji bo wan werin ragihandin jî li ser hesabên xew yên medya civakî biweşînin û xebata wan ji bo tûra duyan a hilbijartinê jî wê bidome.